Konferansa TJA'yê bi dawî bû: Ayşe Gokkan bû berdevka TJA'yê 2020-02-02 17:25:38   AMED - Konferansa TJA'yê ku bi dirûşma "Em jin in ji bo azadiya xwe hene" hat destpêirin bi dawî bû. Ayşe Gokan bû berdevka TJA'yê.      Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi tevlibûna 700 delegeyên jin ji gelek bajarên tirkiye û herêmê tevli bûn bi dirûşma "Em jin in ji bo azadiya xwe hene. Ji bo guhertinê li ser piyan e" da destpêkirin di roja duemîn de bi dawî bû. Konferansa ku li Amedê li saloneke dawetê hat lidarxistin hevkarên TJA, ji Herêma Federal a Kurdistanê,  ji Înigilistanê rêxistinên jinan, nûnerên saziyên jinan, gelek nûnerên saziyên sivîl (STK) , Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli bûn. Di dawiya konferansê de Ayşe Gokan ji bo berdevkiya TJA'yê hat hilbijartin.    Konferansa ku bi lîlandin û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî"  hat bidawîkirin hat diyarkirin ku wê encamnameya wê jî di rojên pêş de bê aşkerakirin.