Êrîşên Çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin 2020-02-02 18:44:09   MEXMÛR - Çeteyên DAIŞ’ê êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kirin. Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê bersiva çetayan dan. Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de şivanek birîndar bû. Di encama van êrîşan de du çete hatin kuştin. Niha rewş aram e herêm di bin qontrola hêzên parastina cewherî deye.   Li aliyê başûrê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) komek çeteyên DAIŞ’ê careke din êrişî wargehê kirin. Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê bersiva êrişa çeteyan dan. Di encama van êrîşan de du çete hatin kuştin û şivanek jî birîdar bû. Şivanê birîndar rakirin nexweşxaneyê wargehê û tê darmankirin.  Niha rewş aram e herêm di bin qontrola hêzên parastina cewherî deye.    Herwiha  di 28’ê Çile de jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirîbûn.