'Ciwan ji bo jiyanek azad xwe bi rêxistin dikin' 2020-02-03 09:03:37   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Yekîtiya Xwendekarên Efrînê yekem komîteya jinan di dibistanan de ava kir. Têkîldarê mijarê Rêveberiya Komîteya Jin û Xwendekarên Efrînê ev tişt ragihand: "Me hemû xwendekarên jin di bin komîteya jinê de bi rêxistin kirine û pirskirêkên ku tên jiyîn ev komîte çareser dike."   Di bin çavdêriya Yekîtiya Xwendekaran de Yekîtiya Xwendekarên Efrînê, biryara avakirina komîteya jinan da û li gor wê biryarê komîteya jinê di refên dibistanê de hatin bi rêxistinkirin. Ev komîte bi astên amadehî, zanîngeh û paymengehan re peywendîdar e. Têkildarî vê mijarê ji aliyê Rêveberiya Komîteya Jin û Xwendekarên Efrînê ve agahî hatin dayîn.   'Komîte li gorî enerjiya xwendekaran tevidgere'   Endama Koordînasyona Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk, Rêgez Hemo armanca komîteya jinê nirxand û wiha got: "Erka me ya sereke ew e ku em ji bo hemû xwendekaran bingehê pêşerojek azad ava bikin. Vê fikirê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re dest pê kir. Komîte li gorî zanîn û baldariya xwendekaran wan bi rêxistin dike. Di dema Rejîmê de ne wiha bû, serkeftina ji ber xwendinê ji holê radikirn.  Ev gav yekem di dibistanên Rêveberiya Xweser de hat avêtin."   'Komîte bi pêşengtiya jinê tê meşandin'   Rêgezê encamên komîteya jinê wiha anîn ziman: "Ev komîte bi pêşengtiya xwendekarên jin tê meşandin. Niha komîte heta astekê hatiye û endamên ku di komîtê de cih digirin xwe berpirsiyar dibînin. Me hemû xwendekarên jin di bin komîteya jinê de bi rêxistin kirine û pirskirêkên ku tên jiyîn ev komîte çareser dike. Her wiha derketina ji Efrînê bandorek neyînî li ser xwendekaran kir û derûniya xwendekaran zêde ne baş bû, komîteya jin bi vê zanebûnê bi hemû xwendekarên jin re alaqadar dibe."   'Ji bo pêşerojek azad em ê her têbikoşin'   Xwendekara bi navê Nalîn Feqî  erka xwe di Rêveberiya Xweser de digire, li ser komîteya jinê axivî û wiha got: "Komîteya jinê ji bo ku xwesertiya wê hebe hatiye damezrandin. Êrîşên ku pêk tên yekem jin û ciwanan armanc digire, xwendekarên Efrînê vê fêm kirin û ji bo planê dijmin vala derbixînin xwe bi rêxistin kirin. Ji bo pêşxistina jinên ciwan û avakirina pêşerojek azad em ê her têbikoşin."   'Ciwan ji bo jiyanek azad xwe bi rêxistin dikin'   Evîn Mihemed diyar kir ku avakirina komîteya jinê gavek serketî bû û wiha domand: "Em weke jinên ciwan me komîteyek jinê di dibistanan de ava kir û ev jî gavek serkeftî bû. Ji bo ciwan hebûn û wateya ciwantiyê bizanibin pêwistî bi komîteyek wiha hebû. Niha jî mafê hemû xwendekaran di vê komîteyê de heye. Pirskirêkên ku tên jiyîn bi vê komîteyê tên çareser kirin. Niha jî hemû xwendekar di ferqa hêza xwe de ne û ji bo jiyanek azad xwe bi rêxistin dikin."