'Hêviyên me gelek in, yek ji wan jî vegera bajarê xwe ye' 2020-02-03 09:04:36   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Dayika bi nave Xanim Mustafa ya ji bajarê Girê Spî ye ku ji ber êrîşên dewleta tirk du caran koçber bûye, axivî û wiha got: "Ji ber êrîşên dewleta tirk, ez û zarokên xwe dûrî hevdu ketine, hêviyên me gelekin, em ê vegerin bajarê xwe."   Dewleta tirk û komên girêdayî wê, li pêşiya çavên hemû dinyayê êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyayê kir, di encam de bi hezaran gel ji Serêkaniyê û Girê Spî neçar man koçber bibin û di kampan de bên bicihkirin. Yek ji wan jî dayika bi nave Xanim Mistafa ye ku 70 salî ye û ji Girê Spî ye. Xanim di kampa Newrozê ya bajarê Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişloyê de dimîne. Xanim çîroka koçberkirina xwe bi me re parve kir.    'Dewleta tirk bi awayê hovane êrîşî mekir'   Dayika Xanim koçberiya xwe wiha perve kir:  "Dewleta tirk bi tang, top û balafiran bê navber li me da û êrîşî me kir û bi hezaran mirov kuştin. Ez û zarokên xwe neçar man ku ji bajarê Girê Spî  derkevin. Dema em derketin me dît bi hezaran kes ji ber êrîşan bazdidin û ji bajar derdiketin,  em wê şevê li çolê man."   'Me êrîşî tu kesî nekiriye'   Dayika Xanim li ser hovîtiya dewleta tirk axivî û got: "Dewleta tirk û çeteyên wê bi awayê hovane êrîşî me kirin, mal û hemû amûrên me ji xwe re birin. Lê  em neçûne mala tu kesî û me ev hovîtî bi serê wan ne aniye heta ku wisa li me dikin. Lê wê ev ji wan re nemîne û wê dewleta tirk bedela van hovîtiyan bide."    'Ji ber nexweşiyan, pêwîstiya me bi dermanan heye'   Dayika Xanim pêwistiyên xwe wiha anîn ziman: "Piştî ku em şevekê li çolê man, me berê xwe da Reqayê, em di malekê xerabe de man, li wir jiyan tune bû, me berê xwe da kampa Newroz a li bajarê Dêrikê.  Ev meheke  em hatine kampê, jiyana me di kampê de baş derbas dibe, ez û hevserê xwe nexweşin ji ber wê pêwîstiya me bi germahiyê û dermanên ku nayên pêydakirin heye."   'Ev du carin dewleta tirk êrîşî me dike'   Dayika Xanim di nava axatina xwe de behsa beriya 7 salan kir û got: "Beriya 7 salan dewleta tirk dîsa bi hovîtiyek mezin êrîşî me kir. Me bi zehmetî canê xwe xilas kir, her zarokek me çû cihekî, em hemû ji hevdu qut bûn. Lê em bi hêvî ne, hêviya me ew e ku em vegerin bajarê xwe."