Ayşe Acinikli: Divê rayeyên berfireh nedin nobedaran 2020-02-03 09:11:21   Safiye Alagaş   STENBOL - Hevseroka Giştî ya OHD’ê parêzer Ayşe Acinikli sererastkitina qanûnî ya ku rayeya nobedaran berfireh dike nirxand û got: “Divê rayeya bikaranîn çekê nedin nobedaran. An jî wê pêşiya vê tu kes nikaribe bigire.”   Pêşnûme Qnûna Nobedarên Taxê û Sûkê ya ji 18 salî pêk tê, ji aliyê Komîsyona Meclîs Karê Hundir ve hat qebûlkirin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ayşe Acinikli, sererastkirina ku tê xwestin bikeve meriyetê nirxand.   Ayşeyê diyar kir ku Tirkiye demeke dirêje dewleta polîsan e û ev sererastkitin jî pergala dewleta polîs xurtir dike û got: “Bi vê sererastkirinê wê binpêkirinên mafan jî zêde bibe.  Dagehê demên dawî de der barê nobedaran de biryara ‘nikarin nasnameyê bipirsin’ derxist. Ev biryar li xweşa wan neçû.  Der barê vê de sererastkirin kirin û dîsa ji ser darazanê, hewl dan ku ew li cihekî ne. Dema em van pêkanînan li ber çavan digirin, tê dîtin ku siyaset û desthilatdarî raste rast xwe li ser darazê dibîne.”   ‘Wê binpêkirinên mafan zêde bike’   Ayşeyê bi lêv kir ku divê polîs di alî marê mirovan û hiqûqî de xwedî agahî be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînak emniyetê li ser rexneyên hat kirin, got evqas mezunên dibistana bilind, evqas mezûnên lîsansê ne û gotin sê mehan li akademiya polîsan perwerde kirine. Belê baş e, polîsên ji akademiya polîsan mezun dibin jî di alî pêkanînê de pirsgirêkên cidî derdixin holê. Li dijî hiqûq û mafê mirovan tevdigerin. Niha nobedarên ku vê jî nizanin wê lêgerînê bikin. Ev jî ji bilî zêdekirina binpêkirina mafan tu tiştekî din nake. Ya makul çi ye? pêkanîneke li gorî hiqûqê tune. Zanîna hiqûqê tune.  Formasyona mafê mirovan tune, tu tişt tune. Polîsan bi hinceta rayeya bikaranîna çekê heye, li gelek kesî xistin. Gelek mînakên vê hene. Ligel vê jî darizandina zirxî heye. Darizandin jî nayên kirin. Ev pêkanîn jî wê zêdetir pêşiya vê vebike. Li taxan wê mirov bi mirinê re bên rû hev.”   Ayşeyê balkişand ser xala zarok û jinên rastî şîdetê hatine ji aliyê nobedaran ve radestê polîsan kirin û got: “Di mijara şîdeta li ser jinan de ji serî tiştekî em dibêjin heye. Divê der barê vê de perwerda taybet bê dayîn, yekîneyên taybet bên avakirin û ger hewce be bila hêzên ewlehiyê bên perwerdekirin. Ji ber ku polîs ji zîhniyeta serdet xilas nabin. Jin diçin qerekolan polîs dibêjin ‘hevjînê teye wê li te bixe jî, hez bike jî’ û dişînin malê. Ew jin piştre jî tên kuştin. Formasyona wan nobedaran jî tune. Perwerda wan tune. Yanî xwedî nêrîneke serdest ya mêr in. Em dibêjin ku ev mijar bi polîs û nobedaran nayê çareserkirin. Divê rayeya çekan jî nedin   nobedaran.”