Polîsan nehiştin encûmenên HDP’yî tevlî civînê bibin 2020-02-03 11:18:19   MÊRDÎN - Endamên Meclîsa Şaredariya Qoserê yên HDP’yî xwestin beşdarî civîna mehane bibin. Lê polîsan di têketina avahiyê de ew asteng kirin.    Ji meha mijdara 2019’an vir ve qeyûmê tayînî Şaredariya Qosera Mêrdînê hatiye kirin ve tê birêvebirin. Her meh civîna meclîsa şaredariyê pêk tê. Endamên Meclîsa Şaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yî xwestin beşdarî Civîna Meclîsê ya vê mehê bibin. Polîsan HDP’iyan li ber derî rawestandin û nehiştin bikevin hundir. Endamên Meclîsê û polîsan demek nîqaş kir. Polîsan ji HDP’iyan re got “Daxwazek serok a wiha nîne” û bi vî awayî destûr nedan bikevin hundir.