Tevgera Civaka Demokratîk derbarê komploya navneteweyî de semîner da 2020-02-11 16:37:03   KOBANÊ - Bi boneya 21'emîn salvegera komploya navneteweyî a ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, Tevgera Civaka Demokratîk a Kobanê, semînerek li dar xist.   Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya kantona Kobanê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, semînerek li dar xist. Semîner li navenda komîteya lihevhatinê ya kantona Kobanê bi beşdarbûna dehan rêveber û endamên sazî û dazgehên Kobanê, hat dayin.   Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê Hevserokê Desteya Hundirîn yê kantona Kobanê Bozan Xelîl komploya navneteweyî şermezar kir û got: "Komploya navnateweyî ya ku di sala 1998’an de di kesayeta Rêber Apo de li ser Gelê Kurd tê meşandin, heta roja me ya îro jî berdewam dike. Dewletên navneteweyî bi rêya vê komployê, dixwazin projeya netewa demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin. Lê li dijî komployê gelên herêmê têkoşîn dikin û wê bi berxwedana xwe komployê vala derxin."   Piştre di derbarê perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de sînevizyonek, hat pêşkêşkirin.   Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.