Ozgecan Aslan li ser gora xwe hat bîranîn 2020-02-11 17:01:10   MÊRSÎN - Ozgecan Asalan a ku berî bi 5 salan li Tersûsê bi îşkenceyê hat qetilkirin ji aliyê malbat û gelek kesên din ve li ser gora xwe hat bîranîn.    Li navçeya Mêrsîn Tersûsê berî bi 5 salan jina bi navê Ozgecan Asan piştî zanîngehê derket ji bo biçe mala xwe li minîbusê siwarbibu. Ozgecan di minîbusa ku lê siwarbibû ajovan hewdabû tecwizî wê bike û piştre jî bi îşkenceyê ew qetil kiribû. Ozgecan di 5'emîn salvegera qetilkirina xwe de ji aliyê bavê xwe Mehmet Aslan û dayika xwe Songul Aslan û elek kesên din ve li ser gora xwe hat bîranîn. Kesên Ozgegecanê bi bîr anîn qurnefîl li ser gora wê danîn.   Dayika Ozgecanê Songul diyar kir ku êşa keça xwe wekî roja ewil di dilê xwe de hîs dike.    Bavê Ozgecanê  Mehemet jî diyar kir ku ev 5 sal di ser qetilkirina keça wî re derbas bûne û di van 5 salan de bi sedan jin hatine qetilkirin.