'Hêzên hegemonîk Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe parçe dikin' (1) 2020-02-12 09:01:29   Roj Hozan   QAMIŞLO - Endama  Koordînasyona TEV-DEM'ê Foza Yûsif, derbarê geşedanên rewşa aloziya Sûriyeyê û rewşa li Rojhilata Navîn de nirxandinên girîng kir. Fozayê wiha got:"Hêzên hegemonîk dixwazin Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe parçe bikin. Hêzên desthilatdar ên ku li ser vî erdî şer dikin ne ji bo aramiyê ne. Ev şerê qezenc û dagirkeriyê ye. Siyasetên ji aliyê desthildatdar û dagirkeran ve tên kirin tenê ji bo berjewendiyên wan e."   21 sal ji ser komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, derbas bû.  Endama Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk  (TEV-DEM) Foza Yûsif, derbarê komploya navneteweyî, aloziya li Rojhilata Navîn, têkiliya komploya bi şerê ku li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê pêk tê nirxandin kir.    Di mijara yekem a gotubêja ku ji 3 beşî pêk tê de Foza Yûsûf balê dikşîne ser bandora 3'yemîn şerê cîhanê ya li ser Rojhilata Navîn.     *Hûn dikarin bandor û geşedanên 3'emîn şerê cîhanê ji me re binirxînin?   Di herêma me de bi giştî şerek pêş ve diçe. Ev şer  bi rêbazên leşkerî, aborî û siyasî tên meşandin. Şerê cîhanê yê sêyemîn hedefa wê ya esasî perçekirina herêmê û têkçûna istiqrara wê ye. Hêzên hegemonîk ên ku şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn  li Rojhilata Navîn bi rê ve birin, niha dîsa bi heman hêzê dixwazin Rojhilata Navîn ji nû de li gor berjewendiyên xwe parçe bikin. Bê guman ev yek bandora xwe li ser me jî dike. Ji ber navenda vî şerî esas di herêmên me de ye û bi awayekî eşkere li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mirov dikare bibîne."    'Hemû hêz dixwazin li Sûriyeyê xwedî bandor bin'   Îro gelek hêzên herêmî û navneteweyî li ser axa me di  nav pevçûnekê de ne, sedema wê jî  ji ber cihê me yê polîtîk pir girîng in. Her wiha ji ber Kurd di Rojhilata Navîn de xwediyê rolek pir girîng e. Di dema parçebûna Kurdistanê de gelek pilan pêş ketin. Îro jî careke din Kurdistan ji pevçûnên di navbera Rûsya û Emerîka de dibe navenda guhertin û veguhertineke nû. Hemû hêz li ser Sûriyeyê û herêmên me dixwazin  xwedî bandor bin, da ku di Rojhilata Navîn de jî xwedî  bandor bin. Bi vê heqîqetê ve girêdayî rewş bandorê li me jî dike. Mînaka vê jî rewşa li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Idlibê ye. Ev hemû parçeyekî ji vê aloziyê ye."   'Alternatîfa me jiyana nû û sîstemeke xwedî biryar e'    Hêzên ku li ser erdê me şer dikin ne ji bo çareseriyên mayinde şer dikin, ev şer şerê qezenc, dagirkeriyê û paşverûtiya li dijî îradeya gelan e. Di herêma me de alternatîfa me jiyana nû  û sîstemeke xwedî  biryar e. Hêzên desthilatdar heta radeyekê sîstema me li gor berjewendiyên xwe nabînin, ji ber dixwazin her tim gelên li ser vê axê bi hev re şer bikin. Ji bo  wê em dibêjin navenda şerê cîhanê yê sêyemîn Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Sûrîye jî perçeyek jê ye. Ev şer wê dewam bike. Ji ber heta niha tu encamên çareseriyê tune ne. Tiştên ku tên xerakirin li şûna wê avakirin nayê çêkirin.  Siyaseta navneteweyî ya ku tê meşandin alozîyê bi aloziyê, bi rê ve dibe."   *Divê em têkiliyên tirkiyeyê yên bi Rûsya ABD'ê re çawa bibînin?   Têkiliyên zêde yên li ser berjewendiyan ên di navbera Rûsya û Tirkiyê de, bi taybet bê guman piştî pêvajoya salên 2017’an dest pê kir.  Li Sûriyeyê têkilî li ser esasê hevkariyê ye. Rûsya dixwaze Tirkiyeyê ji NATO’yê dûr bixe. Têkiliyên dewleta tirk û Rûsyayê bi demê re pêş ket û gihaşt radeyekê. Her wiha hevpeymanên wan ên bazirganiyê jî pêş ketin. Tevî vê yekê nakokî jî di navbera berjewendiyên her du dewletan de heye. Rewşa ku îro li Sûriyeyê diqewime mîna Idlibê vê yekê diyar dike.  Taybetmendiyeke siyasetê vê demê heye, hêzên  ku dijbertiya hev dikin, di gelek aliyan de hevkariyê didin hev."     'Siyaseta Tirkiyeyê, siyaseteke têkçûyî ye'    Emerîka  naxwaze Rûsya ber bi Tirkiyeyê ve biçe. Tirkiye xwe bi Rûsyayê dide nîşandan, ji bo giraniya xwe datîne holê û di heman demê de tirkiye hebûna xwe di NATO’yê de diparêze. Rûsya mecbûrî xwe dike. Li gor dîtina me tirkiye nikare ji vê yekê zêdetir gavê biavêje. Ji ber polîtîkaya tirkiyeyê xwe dispêrê hêzên terorîst, hêzên tu projeyên wan yên civakî û jiyanî tûne ne. Tirkiye nikare bi vê terora xwe sîstema Rojhilata Navîn ava bike. Li gor me siyaseta Tirkiyeyê, siyaseteke têkçûyî ye. Tirkiye îro xeteriyeke li ser Rojhilta Navîn û cîhanê ye. Tirkiye êdî serbijêr ve diçe û derfetê serkeftina wê tune ye. Tirkiye berjewendiyên xwe tenê difikire û di heman demê de jî dijminatiya gelan dike û roj bi roj ber bi iflasa siyasî û aboriyê ve diçe."   *Hûn şerê li Îdlibê diqewime çawa dinirxîne?   Niha rewşa ku li Idlibê pêş ketiye encamek ji siyasetên lihevkirinê ye.  Civîna ku li Astanayê çêbûye ji istikrara li Sûriyeyê zêdetir, hin tişt bi agirbestê veşartin. Dibe rewş demkî da rawestandin, lê belê rastî dide diyarkirin ku hêzên  ji Astana re garantortî kirin ne xwedî projeyên çareseriyê bûn. Em dibînin roj bi roj encamên xerab bi xwe re tînin. Di heman demê de hêzên li Idlibê yên wekî Cebhet El-Nûsra, Heyet Tehrîr El- Şam ku Tirkiyeyê piştgirî dida wan, tu ferqa wan û DAIŞ’ê tune ye. Ev jî encamên Astanayê ne. Astana li gor berjewendiyên dewletan hatibû rûniştandin. Dema ku berjewendiyên dewletan di nava nakokiyê de bin,  pevçûn dest pê dike û dema ku di hin mijaran de li hev dikin ew nakokî, tê temirandin. Di encama vî şerî de, Sûrîye winda kirin, gelê wê mecbûrî kuştin û penaberiyê kirin. Ji ber çareseriya siyasî tune ye rêbazên şer tên bikaranîn. Rûsya dixwaze hebûna xwe li ser tevahî Sûriyeyê mayinde bike. Şerê li Idlibê  parçeyek ji tabloya şerê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn e."   *Asta siyasî ya lihevkirina bi Rejîma Sûriyeyê re çawa pêş dikeve?   Li hember dagirkeriya Tirkiyeyê di navbera QSD, Rûsya û Rêjîma Sûriyeyê de peymanek çêbû û li ser vî esasî hêzên Rêjîmê û Rûsyayê li herêmê hatin belavkirin. Li hember dagirkeriyê gaveke erênî bû, lê ji bo em yekîtiya gelên li Sûrîyeyê biparêzin, ne tenê tifaqa leşkerî, divê çareseriyên siyasî yên bingehîn jî pêş bikevin. Pêwîst e tifaqên siyasî jî çêbibin, yan jî wê  tehdîdên dagirkeriya Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê xelas nebin û bi demê re wê hîn mezintir bibin. Mixabin heta niha tu tifaqên siyasî nehatine pêşxistin. Pirsgirêkên Sûriyeyê gelek giran in. Di demeke kin de çareser nabin. Ji bo wê israreke mezin pêwîst e. Di vê derbarê de Rêveberiya Xweser,  partiyên siyasî li herêmê xwedî  îrade ne û  ji bo diyalogan amade ne. Pêwist e em di mijara çareserkirina siyasî  û demokratîk de bi israr bin, rêbazên leşkerî çareseriyê ji Sûriyeyê re napejirînin."    'Welatên ereban jî li dijî Erdogan in'    Tirkiye dixwaze li ser tevahî çavkaniyên enerjiyê xwedî bandor be, da ku di pêşeroja herêmê de xwedî rol be. Hedefên Erdogan ên demdirêj hene Herêma erebî weke herêma xwe ye osmanî dibîne û dibêjê herêm herêma me ye. Tirkiye Lîbya wekî parçeyek ji dewleta osmanî pênase dike. Ev serweriya wê ne ku wê li wan welata aştiyê pêş bixe, tenê şer kûr dike û aloziyan mezin dike. Ji bo wê Tirkiye baş nayê pêşwazîkirin. Helwestên hêzên Lîbyayê gelek girîng in. Ger ku helwesteke navneteweyî neyê nîşandan wê rewşa Lîbyayê mîna ya Sûriyeyê bibe. Tirkiye dixwaze li ser behra spî bibe xwedî gotin. Di vê derbarê de dijbertiyeke mezin di nav welatên ereban de  jî heye Mîna  Tûnis, Cezayir, helwesta Misirê pir girîng e. Welatên ereban li dijî Erdogan in,  ji ber projeya wî projeya dagirkeriyê ye."       Sibehê: Bi komployê xwestin Kurdan bê perspektîf û bê îrade bihêlin.