Hediye Yûsif: Di vê rewşa giran de yekîtiya kurdan û pêşengtî girîng e 2020-02-12 09:14:15       Sozda Oremar   ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yusif, geşedanên dawî nirxand û da zanîn ku divê Gelê Kurd li hember siyaseta qirkirinê, hebûna xwe ya siyasî biparêzin û got: "Yekîtiya kurdan di aliyê çandî, civakî, leşkerî, siyasî û dîplomasî de girîng e."   Di vê dema dawiyê de di navbera hêzên hevkar ên Rûsya, Tirkiye û Rejîma Sûriyeyê de gelek nakokî tên jiyîn. Tirkiyê niha di rewşek aloz de ye û ji bo ku xwe ji nava vê aloziyê  xelas bike bazaran dike. Têkildarî nirxandina rewşa siyasî,  Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yusif geşedanên dawî yên di navbera Tirkiyê, Rûsya û Rejîma Sûriyeyê, rewşa Idlibê û yekîtiya kurdan, nirxand.    'Dewleta tirk dixwaze Idlibê bike mijarê bazarê'   Hediye di despêka axaftina xwe de geşedanên dawî û rewşa Idlibê nirxand û wiha got: "Di pêvajoya ku niha tê jiyîn, di navbera hêzên hevkar de gelek nakokî û pevçûn tên jiyîn. Rûsya, Tirkiye û Rejîma Sûriyeyê gelek gefan li hev didin xwarin. Niha hemleya Idlibê pêş ve diçe. Rêjîma Sûriyeyê niha bajarê Idlibê Meret El-Nûman girt û  derdorê Seraqib xistiye nav dorpêçê. Hêzên Rejîmê niha pêş ve diçin. Tirkiye ketiye nav tengasiyekê û  vê rewşê vedigerîne nav rewşeke aloz. Qaşo ev hêz di peymana Astanayê de hevkar bûn. Di çarçoveya lihevkirinan de tev digeriyan û bazarên xwe yên siyasî û leşkerî li ser van esasan çêdikirin. Di dema dawiyê de diyar dibe ku nezelalbûyinek, zimanekî tûj û lihevxistina leşkerî di navbera her du alîyan de derdikeve pêş . Dewleta tirk naxwaze Idlib  ji destê wê derkeve û dixwaze Idlibê bike mijara bazirganiyê."    'Dewleta tirk êrîşî herêmên Şehba, Efrîn û El Babê dike'   Hediye bal kişand ser gefên dewleta tirk ên li ser Rojhilatê Firatê û wiha domand: "Dewleta tirk niha Rojhilatê Firatê dike nav bazarê. Êrîş û tehdîdên dewleta tirk ên li ser Rojhilata Firatê didomin. Bi vê yekê ve girêdayi Rûsya û Rejîmê tehdîd dike. Ger şerê li Idlibê raneweste,wê dewleta tirk êrîşî herêmên ku Rejîm tê de heye, bike. Dewleta tirk niha li Rojhilata Firatê kombûnek leşkerî çêdike û cih bi cih êrîş jî dike. Bi teybet di vê dema dawiyê de dewleta tirk êrîşên zêde li ser herêma Şehba, Heleb û Bab kir. Xwestin bi van êrîşan re Girê Radarê bigirin û pêş ve werin. Niha jî dewleta tirk careke din dest bi gefan kiriye û amadekariyan jî dike. Dewleta tirk eşkere dibêje pêwist e şerê Idlibê raweste û dixwaze destek  ji hêzên navneteweyî bigire. Niha ji bo şerê Idlibê bide sekinandin, mijara koçberan bi kar tîne."   'Dewleta tirk bi rêya koçberan neteweyên yekbûyî tehdîd dike'    Hediye bal kişand ser koçberên Idlibê û wiha pê de çû: "Koçberên Idlibê piraniya wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih dibin. Beşek ji wan koçberan li herêmên Rêveberiya Xweser bi cih dibin, beşek jî ji wan koçberan dewleta tirk di bin serweriya xwe de bi cih dike. Bê guman armancên dewleta tirk ji vê yekê heye. Dewleta tirk bi rêya koçberan, neteweyên yekbûyî tehdîd dike, da ku li ser Rejîma Sûriyeyê zextê bike.  Dewleta tirk dîsa neteweyên Ewrûpayê bi mijarê koçberan tehdît dike, dixwaze rewşa  xwe ya aloziyê aborî bi rêya koçberan çareser bike û koçberan ji xwe re bike weke mertal. Dewleta tirk niha jî koçberên Idlibê di xeta Efrîn û Şehbayê de bi cih dike. Dema ku şerek derkeve dê carek din gelên Sûriyeyê bên kuştin. Dewleta tirk li Sûriyeyê artêşa çeteyan mezin dike û dişînê Lîbyayê."   'Dewleta tirk naxwaze êrîşên heyî bigihêje navenda Idlibê'   Hediye diyar kir ku dewleta tirk carek din li ser mijara kurd bazara lihevkirinê çêdike û wiha dewam kir: "Dewleta tirk dixwaze ji koçberên Idlibê sûd werbigire, li gor hesabê wê dixwaze li ser Rejîma Sûriyeyê zext çêbibe û ev êrîşên heyî negihêje navenda Idlibê. Dixwazin di vê çarçoveyê de bazarên xwe li ber çav derbas bikin û li ser hin mijaran li hev bikin, ji bo wê tirkiye di van mijaran de bi zanebûn tev digere. Ev rewşa ku Tirkiye ava dike ji bo çareserî  li Sûriyê pêş nekeve ye. Careke din dixwaze li ser mijara kurd bazara lihevkirinê çêbike, ji bo wê jî ev mijar, mijareke xeter e.  Li ser Rojhilatê Firatê û Şehbayê tehdîtên êrîşan heye. Ji xwe topebaran heta niha jî ranewestiyaye. Dewleta tirk ji bo ku statuya van qadan çênebe di her aliyê de êrîş dike."    'Em ê bihêlin demokrasî bibe nasnameya pêvajoya çareseriyê'   Hediye bal kişand ser projeya netewa demokratîk û wiha domand: "Di vê pêvajoyê de tiştên ku ji me tê xwestin, weke gel xwediyê projeya netewa demokratîk, di nava amadekariyan de bin û li dijî êrîşan bibin xwediyê bersiv. Di heman demê de ji bo statuya siyasî û Rêveberiya Xweser têkoşîna me ya diplomatîk hîn bilindtir bibe, da ku  em bihêlin demokrasî bibe nasnameya vê pêvajoya heyî û bibe rêka çareseriyê."   'Yekîtiya kurdan rê li ber çareseriyê vedike'   Hediye mijara yekîtiya kurdan nirxand û ev tişt got: "Di vê çarçoveyê de yekîtiya Kurd di vê demê de xwedî girîngiyek gelek mezin e. Ji ber ku dewleta tirk statuya kurdan a siyasî hedef dike û çareseriya demokratîk jî asteng dike. Dewleta tirk êrîş û siyaseta xwe ya qirêj li tevahî Kurdistanê dide meşandin, li hember dewleta tirk a ku statûya kurdan hedef digire, yekbûna kurdan şerd e. Di vê pêvajoyê de pêwist e kurd bi yekîtiya xwe hemû berjewendiyên xwe yên takekesî deynin aliyekî û yekîtiya xwe xurt bikin. Li hember siyaseta qirkirin û îmhakirinê hebûna xwe ya siyasî biparêzin. Di heman demê de rola pêşeng a kurdan li Kurdistanê, him li Rojhilata Navîn û him jî li cîhanê hatiye nasîn, ji bo wê pêwist e em pêşengtiya xwe biparêzin û xurt bikin. Yekîtiya kurdan di aliyê çandî, civakî, leşkerî, siyasî û dîplomasî  de pêwîst e. Dê yekîtiya kurdan hebûna siyasî û çandî biparêze û rê li ber çareseriyê jî vebike."    'Em demokrasiye esas digirin'    Hediye wiha dawî li gotinên xwe anî:" Di vê qonaxa girîng de, ger yekîtiya kurdan çêbibe bê guman bandora xwe li hemû siyaseta ku li herêmê çêdibe bike. Êrîşên dagirker û qirkirinê asteng bike. Divê Gelê Kurd di aliyê siyasî û civakî de  yekîtiya xwe misoger bike û hêza xwe bikin yek. Kurd dikare dawî li rewşa aloz, tevlîhev bîne û pêşengtiya pêvajoya demokrasiyê di Rojhilata Navîn û cîhanê de bike.  Em di vê pêvajoyê de demokrasiyê esas digirin. Parastina fikra netewa demokratîk ji bo gelê herêmê xwedî girîngiyek pir mezin e."