Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî daketin qadan 2020-02-12 14:28:41   ŞEHBA - Bi nêzîkbûna 15’ ê Sibatê salvegera 21'emîn a komploya navneteweyî, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Wê salvegera 21'yan a komployê, ji bo têkoşîn û berxwedana gelan bibe sala serkeftin û azadiyê" meşek li navçeya Ehras a Şehbayê li dar xist.   Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina 21'emîn salvegera komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin meşek li dar xist. Bi hezaran şêniyên Şehba, malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê û endamên sazî û dazgehên civaka sivîl tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên meclîsa malbetên şehîdan hatibûn hildan.   Meş ji qada navçeya Ehras a Şehbayê dest pê kir û heta goristana Pakrewanên Berxwedana Serdemê ya li navçeyê dewam kir. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên azadiyê, daxuyanî ji bo Şemazerkirina 15'Sibatê bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Avdar Dilxwaz ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "21 sal li ser komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbas dibin. Bi rêya komplayê xwestin qirkirinê li ser Gelê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê pêk pînin.   Girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkanîna planên dijmin e. Ev komplo heta niha bi rêya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û guhertinên demografîk berdewam dike. Bi rêya vê komplayê dewleta tirk gelek rojnamevan parlementer û hevserokên şaredariyan ku hatine hilbijartin ji kar derxistin û kiryarên bê exlaqî di derheqê gelê resen de pêk anî.   Rêber Apo kilîta çareserîyê ya kirîza Rojhilata Navîn e. Divê dewleta tirk û dewletên navneteweyî Serok Apo ji zîndanê azad bikin ji bo ku Rojhilata Navîn bibe cihê aramî û demokrasiyê. Em weke malbetên şehîdan vê komploya ku azadiya Rêber Apo xistiye çarçoveyeke teng, her wiha bê dengiya navneteweyî ya vê komployê şermezar dikin. Em bang li hemû gelên herêm û cîhanê yên ku meraqdarên azadî û demokrasiyê ne dikin ku asta berxwedanê mezintir bikin da ku Serok Apo rizgar bibe."   Meş bi dirûşmên "Azadî ji be Serok Apo","Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.