Leşkerên Rejîmê êrîşî rojnamegeran kirin 2020-02-12 15:02:19   QAMIŞLO - Şer û pevçûn di navbera Dîfaa El- Wetenî (Rejîm) û hêzên Emerîqa de derket û di encamê de endamekî Dîfaa El- Wetenî hat kuştin.    Bêriya çend seatan şer û pevçûn di navbera Dîfaa El- Wetenî û hêzên Emerîqa de li gundê Xirbet Emo girêdayî bajarê Qamişloyê derket. Di encamê de endamekî Dîfaa El- Wetenî hat kuştin û yek jî birîndar e.   Her wiha di vê pevçûnê de Endamên hêzên Rejîmê êrîşî nûçegîhanên  ajansa ANHA'yê  ku rewşa gundê Xirbet Emo dişopand kirin û kamereyek wan desteser kirin.    Niha pevçûna di navbera Rejîm û Amerîkayê de sekiniye.