Komên lêgerînê dîsa negihîştin herêma aşûtê 2020-02-12 15:03:14   WAN - Li navçeya Mîksê di encama ketina aşutê de ku gelek kesî jiyana xwe ji dest da, lêgerîna ji bo kesê cenazeyê wî nehate dîtin hewldanên  ku careke din bê destpêkirin ji ber rewşa hewayê bê encam man û lêgerîn nehat kirin.   Li ser Rêba bejahî ya navçeya Mîksê ya Wanê di 4-5'ê sibatê de aşût ketibû û bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Ji kesên ku di bin aşûtê de man yek jê nehate dîtin û ji ber rewşa hewayê lêgerîn hatibû belatlkirin. Lêgerîna hat betalkirin îrol jî hewl hat dayîn ku bê kirin lê careke din ji ber rewşa hewayê xebat hatin betalkirin.