Rapora aşûtê ya Miksa Wanê hat aşkerakirin: Sersariyek mezin heye 2020-02-12 16:55:36   WAN - Der barê aşûta li navçeya Miksê hat xwar û 41 kesan jiyana xwe ji dest da de, Baroya Wanê, TMMOB û Odeya Tabiban a Wan û Colemêrgê rapor amade kirin. Di raporê de hat aşkerakirin ku sersariyek mezin heye û ji ber sersariyê ew qas miroav jiyana xwe ji dest dane.   Di aşûta ku li Miksa Wanê hat xwar de 41 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 84 kes birîndar bibûn. Têkildarî sedem û encama aşûtê Baroya Wanê, Yekîtiya Odeyan a Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) û Odeya Tabiban a Wan û Colemêrgê rapor amade kirin. Nûnerên saziyan li Baroya Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê hevparên saziyan Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, daxuyanî da sedem û sersariya bûye sedema aşûtê yek bi yek vegot.    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ew qas roj di ser bûyerê re derbas bûn, lê hêj xwe negîhandine xebatkarê agirkujê û wiha got: "Me hem kesên di aşûta ewil de û hem jî kesên di aşûta duyemîn de birîndar bûn li nexweşxaneyan ziyaret kir û bi wan re hevdîtin kir. Dîsa me kesên jiyana xwe ji dest dabûn xizmên wan ziyaret kir. Me agahî ji rayedarên nexweşxaneyê stendin. Me agahî ji Serdozgeriya Komarê ya Wan, Şax û Qeymeqamê Şaxê stendin. Me bi taybetî xwest li ser sersariyê lêkolîn bê kirin û li gorî hevdîtinan û agahiyên me bi dest xistin, pir aşkere xuya dibe ku sersariyek mezin heye. Piştî aşûta ewil bi maşîneyên paletên wan giran çûne herêmê. Van maşîneyên giran rê li pêş aşûta duyemîn vekiriye. Em carek din bibîr dixin ku divê li dijî tofanên bi vî rengî tedbîr bên girtin û gav bên avêtin."    Di daxuyaniyê de sersariyên derketine holê wiha hatin rêz kir:    "*Divê berî her tiştî masa krîzê bê avakirin. Divê pêvajo ji aliyê masa qrîzê ve bê rêvebirin.    * Masa krîzê nehat avakirin û ewlehiya rê nehat girtin. Ji ber vê yekê kesên eleqeder û ne eleqeder, kesên pispor û ne pispor her kes çûn qadê.    * Kesên piştî bûyera ewil hatin, qeydên nasnameya wan nehatin girtin. Ji ber vê yekê hêjmar û aqûmeta kesên di bin erdhejê de mane ne diyar e.    * Yekîneyên lêgerîn û rizgarkirinê yên profesyonel hêjmara wan kêm e. Maşîneyên giran hatin cihê bûyerê û bûn sedema ya duyemîn.    * Detbîrên ku piştî aşûta yekemîn bihatina girtin, heta roja 3'emîn jî nehatine girtin. Lêgerîna profesyonel piştî aşûta duyemîn dest pê kiriye. Maşîneyên zirxî yên ji ber aşûtê li wan qelibine jiyana xwe ji dest dane û bûne sedem ku gelek kes birîndar bibin."     Di daxuyaniyê de ji bo çareseriyê çend pêşniyar jî hatin kirin û wiha hat diyar kirin: "Ji bo çareseriya mayinde û teqez divê di navbera rêya Miks û Wanê de di demsalên zivistanan de li gorî agahiya meteorolojiyê gav bên avêtin. Dema aşût pêk hatin jî divê rê bi awayekî kontrol bê girtin. Divê seranserî rê kendalên mezin bên paqijkirin û teras bên avakirin. Divê li herêmê berfa wê zêde ‘Cihazên Pîvana sismik" barê berfê bên pîvan û li cihê rîska aşûtê heye rê li trafîkê bê girtin. Divê berf bê paqijkirin û ji ser rê bê avêtin.    * Li herêmê ku aşut lê heye divê perdeyên beton bên avakirin. Li cihê aşût zêde ye divê gedûkên nû bên avakirin.    * Divê gedûkên li herêma Derya Spî û Derya Reş tên avakirin li herêmên Rojhilat û Başûrê Anatolu û Mezopotamya jî bên avakirin."