'Em ê bi berxwedan û têkoşînê roja reş bi dawî bikin' 2020-02-13 08:48:04   Hesna Muhamad   ŞEHBA - Endam û rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan ên ku tevlî meşa şermezarkirina komploya navneteweyî bûne axivîn û gotin: "Em komploya ku li ser Rêberê me hatiye meşandin qebûl nakin û heta dawiyê em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin."   Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina 21'emîn salvegera komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin meşek li dar xist. Bi hezaran şêniyên Şehba, malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê û endamên sazî û dazgehên civaka sivîl tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Meclîsa Malbetên Şehîdan hatibûn hildan. Endam û Rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan ên ku tevlî meşê bûne helwestên xwe li dijî komploya navneteweyî anîn ziman.   'Em ê bi berxwedan û têkoşînê roja reş bi dawî bikin'   Rêveberiya Malbatên Şehîdan a Efrînê Sûreye Hebeş komploya navneteweyî şermezar kir û wiha got: "Em wek malbatên şehîdan roja dîlgirtina Rêber Apo şermezar dikin. Em ê jî weke Gelê Kurd her li ser piya bin û heta Serokê xwe ji nava çar dîwarên zindanê derxînin em ê têbikoşin. Me soz daye Rêber û şehîdên xwe heta Kurdistanê azad bikin. Em ê her di nava çalakiyan de bin. Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê bindest e. Em ê bi berxwedan û têkoşînê, roja reş bi dawî bikin."   'Tu hêz nikare vîna Gelê Kurd bişkîne'   Ji Rêveberiya saziya hevjînên şehîdan a Efrînê, Sibhan Hisên diyar kir ku ew heta azadiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan misoger nekin dev ji çalakiyên xwe bernadin  û wiha pê de çû: "Em heta azadiya Rêberê xwe mîsoger nekin, em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Tu hêz nikare vîna Gelê Kurd bişkîne. Em weke Gelê Kurd xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde dikin, ji bo wê em bi berxwedan û têkoşîna xwe tên nasîn. Li dijî hemû êrîşan em ê her têbikoşîn."   'Em ê rûmeta xwe biparêzin'    Fatma Hemo jî helwesta xwe li dijî komploya navneteweyî wiha anî ziman: "Em bi armanca komploya navneteweyî ku li ser Rêber Apo hatiye meşandin daketine qadan. Ev komplo bi destê hemû dewletan pêk hat, ji bo wê em nahêlin ku tu hêz vîn û têkoşîna me bişkîne. Her dewletek li gor berjewendiyên xwe, axa me parçe dikin û malên me talan dikin. Em dev ji doza xwe bernadin, heta dawiyê em ê rûmeta xwe biparêzin û komployê bi dawî bikin."