ROJEVA 13'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-13 09:00:57   *Dayika bi navê Caziya Silêman a ji Qamişloyê ye di sala 1990’î de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re rûniştiye. Dayika Caziya bi hestên xwe yên germ çîroka qehremaniya xwe anî ziman û got: "Min soza domandina têkoşînê bi Rêberê xwe re da û di oxira têkoşîna doza kurd de min 2 zarok û 3 bira feda kirin. Ez wisa layiqî doza azadiyê derketim, soza min bi cih hat." DÎMEN HEYE   * Jinên siyasetmedar, pedagok û hiqûqnas 21’emîn salvegera komploya navneteweyî nirxandin û gotin: "Dewletên navneteweyî bi rêya komploya li dijî Rêber Apo xwestin Gelê Kurd tune bikin û wan bê maf bihêlin. Lê gelê Kurd 21 sal in li dijî komloyê li ber xwe didin û têdikoşin." DÎMEN HEYE   *Şêniyên Efrînê li gor derfetên kêm û astengiyên ku di jiyanê de derdikevin pêşberî wan, di nava wan de rihê komînal li pêş e û bi hev re dibin alîkar. Jinên Efrînê dibêjin: "Şêniyên herêmê bi rengekî  komînal bi hev re dibin alîkar û kolanên xwe li gor derfetên heyî  bi çirayan, ronî dikin." DÎMEN HEYE   *Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê di 21'emîn salvegera 15'ê Sibatê de nêrînên xwe anî ziman û gotin: "Daxwaza hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin. Tecrîd her ku diçe tê girankirin. Tecrîd sûc e û li dijî tecrîdê divê em dengê xwe bilind bikin." BI DÎMEN    *Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Foza Yûsif, rewşa geşadanên li Kurdistanê û girêdana wê ya bi  komploya 15’ê Sibatê ve nirxand. Fozayê bal kişand ser bandora komploya li ser Gelê Kurd û wiha got:"Komploya 15’ê Sibatê destpêkirina qirkirineke nû ya li ser Kurda ye. Bi komployê xwestin Kurdan bê perspektîf û bê îrade bihêlin. Li hember vê yekê têkoşîn derxistina pêş a erka Gelê Kurd e. Hêzên derve heta niha tu projeyên wan ên ku gelan ji bindestiyê rizgar bikin û pêşerojeke aram ava bikin tune ne. Netewa demokratîk kilîta çareseriyê ye."  DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA’yê Zelal Yerlîkaya, li ser konferansa TJA’yê ku 2 roja berdewam kir nirxandin kir û wiha got: “Li dijî kedxwariya sedsalê em soz didin ku em ê destkeftiyên jinan biparêzin. Ev sal dê bibe sala têkoşîn, berxwedan û serkeftina jinê.”  BI DÎMEN   *Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ku li Dêrsîmê winda bûbû hîna agahî jê nehatiye girtin. Jinan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku berpirs dewlet e û wiha gotin: "Li şîdeta li ser jinan, windakirin jî zêde bû. Heta Gulîstan bê dîtin em ê şopdarê bûyerê bin." DÎMEN HEYE   *Malbatên girtiyan der barê zextên li girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê zêde bûne de serî li dozgeriyê dabîm. Bi hinceta ‘girtî dikarin daxwaznameyê binivîsin, van tiştan bînin ziman’ serlêdan hat redkirin. Xizma girtî Nure Terlak wiha got: “Gelo kes van nabîne? Bila dawî li van îşkenceyan bînin. Li Rîzeyê îşkence bûye ji rêzê.”  DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Berguzar ku nêzî 12 salan li Kolana Yukselê bi îşportavaniyê debara xwe kir, diyar kir ku Walîtiyê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştiye tezgahê vebikin û mexdûriyeta dijîn vegot. Berguzarê di axaftina xwe de wiha got: “Wê demê bila kar bidin me em bixebitin. Ew kolan yên me ne. Em bacê didin. Em li vî welatî dijîn, bila nanê me şûnde bidin me.”