‘Komîn û şêniyên Efrînê bi rihekî komînal dixebitin’ 2020-02-13 09:06:43   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Şêniyên Efrînê li gor derfetên kêm û astengiyên ku di jiyanê de derdikevin pêşberî wan, di nava wan de rihê komînal li pêş e û bi hev re dibin alîkar. Jinên Efrînê dibêjin: "Şêniyên herêmê bi rengekî  komînal bi hev re dibin alîkar û kolanên xwe li gor derfetên heyî  bi çirayan, ronî dikin."    Şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne afrîneriya xwe bi rengekî  komînal derdixînin pêş. Komînên navçeya Ehdas a Şehbayê tevî welatiyên  wê,  ji bo ronîkirina kolanên  xwe di dema  êvarî de, çira li kolanan vêdixin.  Bi rêbazên herî hêsan di navbera her 6 malan de çirak vêxistin. Li gor derfetên xwe, jiyana xwe hêsan dikin. Ev yek rihê hevgirtina wan derdixe pêş. Têkildarî mijarê jinên Efrînê nêrînên xwe anîn ziman û bi me re parve kirin.       ‘Em ji tunebûnê hebûnê ava dikin’   Endama Komîteya Xizmetkarî  ya Komînan a navçeya Ehdasê ya Şehbayê, Helîme Dawod, derbarê projeya ku dest pê kirine axivî û got: "Ji bo vêxistina çirayan a li kolanan em û gel bi hev re bûn alîkar. Ji bo ronîkirina kolanan gaveke erênî bû. Her malek li gor derfetên xwe beşdarî vê projeye bûn. Ji bo xizmeta gel, gelek projeyên me yên din hene. Em hêvîdar in ku her kes bi me re bibe alîkar. Em ji tunebûnê hebûnê ava dikin."     ‘Rihê komînal di nava ne de li pêş e’   Jina bi navê Meqbûle Şahîn a ku sûd ji projeyê girtiye û ber deriyê mala wê êdî ronî bûye wiha nêrîna xwe wiha anî ziman:"  Me gelek sûd ji vê ptojeyê girt. Ronîkirina kolanan a bi şev, ji bo me gelek baş e ku em pêşiya rêka xwe bibînin. Em gelek kêfxweş bûn ku komînên me êşên gelê  me parve dike û bi wan re dibe alîkar. Rihê komînalbûnê di nava me de li pêş e."