Dayikên Aştiyê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin 2020-02-13 09:08:51   Berîtan Canozer/ Medya Uren   AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê di 21'emîn salvegera 15'ê Sibatê de nêrînên xwe anî ziman û gotin: "Daxwaza hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin. Tecrîd her ku diçe tê girankirin. Tecrîd sûc e û li dijî tecrîdê divê em dengê xwe bilind bikin."   Di 15’ê sibata 1999’an de Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê, li ser komployê 21 sal derbas bû. Heta roja îro li hemberî Abdullah Ocalan tecrîdeke bi pergalî tê meşandin. Hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin. Herî dawiyê malbat di 5’ê hezîranê û 12'yê tebaxa 2019'an de hevdîtin pêk anîbûn. Ji 12’yê tebaxê heta îro hemû serlêdanên malbatê bê sedem hatin redkirin. Parêzer jî herî dawiyê di 2'yê gulanê, 22'yê gulanê, 12'yê hezîran, 18'ê hezîran û 7'ê tebaxa sala 2019'an de çûbûn hevdîtinê. Parêzer ji 7'ê tebaxê ve heta îro her hefte serî li dozgeriyê didin, lê heta niha hemû serlêdanên wan bê bersîv man.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakî her ku çû berfireh bû li girtîgehan bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û 30 girtî jî dest bi rojiya mirinê kirin. 7 girtî jî bi çalakiyek dawî li jiyana xwe anîn. Her wiha ne tenê li girtîgehan li gelek cihan grevên birçibûnê belav bûn. Her wiha Dayikên Lacikspî jî ji bo bibin dengê girtiyan ketin nava hewldanan. Greva birçibûnê û çalakiya Dayikên Lacikspî di nav raya giştî de deng da. Di 22'yê gulanê de parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê û bi banga Abdullah Ocalan grevên birçibûnê hatin bi dawîkirin. Piştre dîsa hevdîtin hatin astengkirin û tecrîd hat girankirin. Bi nêzbûna salvegera komployê endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Gever û Edeneyê bal kişand ser tecrîdê û nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.    'Dengê xwe bilind bikin'    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Atak a ji Geverê ye komploya navneteweyî şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di şexsê rêbertî de tecrît li ser her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Divê em bikevin ferqa dîwarên ku li dora me hatine danîn. Li dijî wan dîwaran divê em rabin ser piyan û li kolanan dengê xwe bilind bikin. Li Geverê tenê sed qerargehên polîsan hene. Li her cihî kontrol heye. Ev tişt jî tê wateya tecrîdê. Divê ev tecrîd bi her awayî bê şikandin."    ‘Tehemûlê lacikên me nakin'    Sêvê Aslan a ku ji havçeya Ceyhana Edenê dijî, nêrînê xwe ya derbarê tecrîdê de wiha anî ziman: "Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê wateya tecrîda li hemberî jinê jî. Li ser vê esasî divê taybet jin li dijî tecrîdê serî rakin. Ev tişt ji bo aştiya gelan û azadiya rêbertiyê hewce ye. Divê li hemberî tecrîdê em bibin yek û rabin ser piyan. Em niha dibînin ku îktîdar çawa êrîşê nirx û destkeftiyên jinan dike. Li girtîgehan tenê girtiyên siyasî hene. Em ji bo çareseriyê her tim di nav hewldanan de nin lê îktîdar naxweza me fêm bike. Tehemûlê lacikên me yên spî nakin. Lê divê were zanîn ku em ê her tim li pêy doza xwe bin."   'Li dijî tecrîdê rabin ser piyan'    Sakîne Toprak jî di nav Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih digire û li Edeneyê dijî. Sakîne, di axaftina xwe de bal kişand ser komploya navneteweyî û wiha got: "Divê êdî kurd şiyar bin. Çar hawîrdorê me bi dijminan tijiye, ji her alî ve êrîşî li me dikin. Mixabin gelek kes ne di ferqa vê rastiyê de ne. Bila îro ciwan, jin, mezin tev rabin ser xwe û li hemberî vê dagirkeriyê serî rakin. Divê em zilmê qebûl nekin. Ji ber ku wê li vir ji neqede. Em dibînin hikûmet li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdete giran xistiye meriyetê. Li hemberî komele, partî, rêxistin, sazî û kesan êrîşek pêk tê. Ji ber ku ev dibêjin em kurd in. Ev tişt jî tê wateya tecrîdê. Em bang li tevahiya Gelê Kurd dikin ku li dijî tecrîdê rabin ser piyan. Armanca me û hêviyên me her tim azadî û aramî ye."