'Heta Gulîstanê bê dîtin em ê şopdarê bûyerê bin' 2020-02-13 09:14:41       Fîlîz Zeyrek   EDENE - Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ku li Dêrsîmê winda bûbû hîna agahî jê nehatiye girtin. Jinan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku berpirs dewlet e û wiha gotin: "Li şîdeta li ser jinan, windakirin jî zêde bû. Heta Gulîstan bê dîtin em ê şopdarê bûyerê bin."   Li Dêrsîmê xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku di 5’ê Çile de winda bû û ji wê rojê de agahî jê nehat girtin. Li ser Pira Viyaduka Sari Saltuk a Gola Bendava Uzunçayirê lêgerîn didomin lê der barê wê tu rêç nehat tespîtkirin. Lêgerîn tenê li dora bendavê tê kirin û li ser îhtîmala întîxarê tê sekinandin. Ji ber vê jî bertekên tund tên nîşandan. Malbata Gulîstanê jî xebatên lêgerînê ji nêz ve dişopînin. Malbatê diyar kir ku di hevdîtinên bi emniyet, walî û dozger re kirine de,tu pêşketin tune û wê xebatên lêgerînê bidomin. Rêxistinên jinan ji bo dîtina Gulîstanê gelek çalakî pêk anîn û ji windabûn û nedîtina wê hikûmetê berpirs dibînin.   'Dewlet ji çûkekê jî agahdar e, gelo çima Gulîstanê nabîne?'   Rêvebera HDP’ê ya Edeneyê Suphiye Bayav bi lêv kir ku li Dêrsîma ku kamera, tedbîrê ewlehiyê di asta herî jor de ne, der barê Gulîstanê de tu tiştek nehatiye dîtin û got: “Ev meheke ev jin nayê dîtin. Ev jî şerma welat û rêberên welat e. Kevirek ji cihê wê bilîze, çûkek bifire dewlet dizane, dibîne. Lê mixabin jinek nayê dîtin. Em hemû baş dizanin ku bixwazin wê bibînin. Ma qey erd neqelişî û ev jin neketê!”   'Gelo çi vedişêrin?'   Suphiyeyê bal kişand ser şîdeta li ser jinan û got windakirina jinan jî li şîdetê zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gumanbarê bûyerê hevalê Gulîstanê Zaynal Abakarov bi îfadeyekê hat berdan. Tê îdiakirin ku derketiye derveyê welat. Her kes vê meraq dike. Gelo ev mêrê ku bavê wî polîs e ji ber vê niha serbest digere? Gelo dewlet li pişt wî ye? Gelo çi vedişêrin? Li welat çend jin windane kes nizane. Her roj jin tên qetilkirin, şîdetê dibînin. Lê kujer bi îfadeyekê vedigerin nav civakê. Em jin dixwazin ku Gulîstan û hemû jinên din ên winda bên dîtin û gumanbarên wan rastî cezayên herî giran bên. Em ê şopdarê bûyerê bin.”   ‘Dewlet ji geşedanan berpirs e’   Rêvebera Komeleya Akdenîz a Kesên Xizmên xwe Windakirine (AKAY-DER) a Edeneyê Şukran Efeturk jî daxuyakirin ku jin êdî li Tirkiyeyê bi fikar dijîn û got li cureyên şîdeta li ser jinan windakirin jî zêde bûye û wiha pê de çû: “Li herêmeke ku li kolanan bi dehan polîs hene û lê digerin, jinek çawa nayê dîtin? Dewlet berpirsê van bûyeran e. Em her roj bi agahiya kuştina jinekê şiyar dibin. Em ê li dijî binpêkirina mafan bin û heta Gulîstan bê dîtin jî em ê serî li hemû riyan bidin.”   ‘Em ê her tim bipirsin’   Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê Gulcan Kurnaz got heta ku der barê aqûbeta Gulîstanê de daxuniyek şênber neyê ew ê li Gulîstanê bipirsin û wiha dawî lê anî: “Em jin bi zext, şîdet û binpêkirina mafan re rû bi rû ne. Ev zext wê me ji têkoşîna me nekin. Heta Gulîstan bê dîtin em ê têbikoşin.”