Mirina bi guman a Şenazê 2020-06-10 09:08:03   MÊRDÎN - Li Mîdyatê jina bi navê Şenaz Urun bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê bertek nîşan da û got: “Divê em jin dengê xwe bilind bikin.”   Li Mêrdînê di du hefteyên dawî de sê jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û yek jî bi çekê hat birîndarkirin û li beşa giran a Mêrdînê razandiye. Herî dawî di 6’ê Hezîranê de Mîdyat a Mêrdînê li taxa Selhê jina bi navê Şenaz Urun (19) bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Malbata wê cenaze dît û der barê mirina bi guman a Şenazê de lêpirsîn hat destpêkirin.   Der barê Şenazê de îdiayên cuda hatin gotin û hat gotin ku Şenazê di 6’ê Hezîranê de dawî li jiyana xwe aniye. Li gorî agahiyên ji malbatê hatiye girtin cenaza Şenazê ji aliyê bavê wê ve hatiye dîtin.   Endamên malbatê îdia kirin ku di vê pêvajoyê de tu pirsgirêka Şenazê tunebûye û mêvanên çû şînê jî ji bo pirsa ‘çima dawî li jiyana xwe anî?’ bersiva ‘Em jî nizanin tu pirsgirêka wê tunebû’ girtin. Cenazeya Şenazê ji morgê hat girtin û li goristana taxê hat definkirin.   Ji cîranên malbatê yekê diyar kir ku Şenaz di 17 salî de hatiye zewicandin piştî demekê derneketiye derve û bi tu kesî re têkiliya wê tunebû. Her wiha cîrana wê daxuyakirin ku piştî leşker hatine taxê mirina wê ya bi guman fêr bûne.   Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê destnîşan kir ku di du hefteyên dawî de li bajar sê jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û got: “Êrîşên li hember jinan her diçe giran dibe. Em jin wê dengê xwe bilind bikin. Der barê vê mijarê de em ê xebatê bimeşînin û berteka xwe danîn holê.”