HDP'ê li Şirnexê serdana esnafan kir 2020-06-11 12:49:30   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyê heyeta HDP'ê ku parlamenter Nuran Îmîr jî di nav de bû serdana esnafan kir û banaga piştevaniya ji bo meşa DHP'ê ya ku wê ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve bê destpêkirin kir.   Rêxistina Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî 45 şaredariyên wan kir û 2 parlamenterên wan parlamenteriya wan hat betalkirin û hatin girtin, biryara Meşa Demokrasiyê ku di 15'ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve bimeşin dan.   Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ,bi tevlîbûna  Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredarê Silopiyê Adalet Fîdan û Sûleyman Şavlûk û hevserokên navçeyê mesafeya fîzîkî parastin û serdana esnafan pêk anîn. Di serdana esnafan de HDP'yîyan derbarê meşa demokrasiyê de esnaf agahtar kirin.