‘Êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê parçeyekî tecrîdê ye’ 2020-06-25 09:09:01   WAN - Jinan diyar kirin ku tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pêvajoya vîrusa korona de jî berdewam kiriye û dijhiqûqî jî berdewam kirine û gotin: “Êrîşên li hember Mexmûr û Şengalê parçeyeke tecrîdê ye. Divê demildest bê rakirin.   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdula Ocalan li Îmraliyê 21 sale bi awayekî sîstematîk didome. Ji bo şikandina tecrîdê jî heta niha gelek çalakî û bername pêk hatin. Çalakiya herî berfireh ya salên dawî jî çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyan bû. Di 8’ê Adara 2018’an de bi pêşengiya parlamentera HDP’ê Leyla Guven li girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî hat destpêkirin û li hemû girtîgehan belav bû. Di encama vê de 30 girtiyan çalakiya xwe veguhert rojiya mirinê. Di encama têkoşîna 200 rojî de tecrîd hat şikandin 8 sal şûnde di 2’ê Gulan a 2019’an de hevdîtina parêzeran pêk hat. Di 22'yê Gulanê, di 12-18 hezîran û 7’ê Tebaxê de berdewam kir û piştre dîsa tecrîd ket dewrê. Abdullah Ocalan herî dawî di 27’ê Nîsanê de yekem car bi malbata xwe re mafê telefonê bi kar anî.   Di şertên vîrusa korona de tecrîd didome û gelê Kurd dixwaze ji Îmraliyê agahiyê bigire.   ‘Êrîşên li hember Mexmûr û Şengalê parçeyekî tecrîdê ye’   Sabîha Tamur da zanîn ku tecrîd di şexsê Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd pêk tê û wiha got: “Êrîşên li hember Şengal û Mexmûrê parçeyekî tecrîdê ye. Naxwazin gelê Kurd destkeftiyan bi dest bixin û ji ber vê destûr nadin hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin. Em dixwazin bi Rêberê me re hevdîtin pêk bên. Bêguman hevdîtin mafê Rêberê me ye jî. Em jiyanek azad û aştiyane diwazin. Vê jî Abdullah Ocalan pêk tîne.”   ‘Em rewşa Rêberê xwe meraq dikin’   Bedriye Tamur jî destnîşan kir ku şertên girtîgehê li dijî vîrusê ne bi ewle ye û wiha pê de çû: “Em dixwazin aştî bê vî welatî. Abdullah Ocalan Rêberê me ye. Bi hezaran kes li pey wî dimeşe. Aramiya welat bi rakirina tecrîdê pêkan e. Divê hevdîtinên bi Ocalan re pêk bê. Em rewşa Rêberê xwe mereq dikin. Em tecrîdê qebûl nakin.”   ‘Divê hemû girtî bên berdan’   Behiye Tîmur jî bi lêv kir ku divê tecrîda li hember Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi dawî be û wiha pê de çû: “Tecawizkar, diz û kujer bi qanûna înfazê hatin berdan. Lê girtiyên siyasî nehatin berdan. Em dixwazin hemû girtî bên berdan. Azadî ji Îmraliyê derbas dibe.”   Zulfiye Demîr jî bertek nîşanê qanûna înfazê da û got: “Girtiyên siyasî di qanûnê de cih negirtin. Di serî de Abdullah Ocalan û hemû girtî divê bên berdan. Divê hevdîtinên bi Ocalan re demildest pêk bên. Gel wî meraq dike û jê agahiyê dipê.”