'Têkoşîna jinên pêşengî ji şoreşê re kirin wê bidome' 2020-06-25 10:18:34   WAN - Aktîvîst û siyasetmedaran bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk a bi SIHA'yan ku bû sedema qetilkirina 3 jinan dan û gotin, "Di hedefa şerê dijhiqûqî ku tê meşandin de jin hene. Lê wê têkoşîna jinên ji Şoreşa Rojava re pêşengtî kirin berdewam bike."   Di encama êrîşên dewleta tirk ku di 23'yê Hezîranê de bi firokên bê mirov (SIHA)  li dijî gundê Helîncê yê Kobanê pêk anîn de, endama Koordînasyona Herêma Firatê ya Kongreya Star Zehra Berkel, Rêvebera Kongreya Star a Herêma Şeranê  Hebûn Mele Xelîl û dayika endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl Emîne Muhammed Wesî hatin qetilkirin. Li dijî qetilkirina 3 jinên ku hatin qetilkirin di serî de gelên li Rojava li gelek herêman kes daketin kolana, bertekên tund nîşanî helwesta Tirkiyeyê dan û banga mezinkirina têkoşînê dan.     'Têkoşîn wê li her derê bidome'   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Oznur Bartin, diyar kir ku şerê qirêj ê li hemberî kurdan hatiye destpêkirin berdewam dike û li her cihên ku kurd lê dijîn êrîş tên kirin. Oznurê diyar kir ku li Tirkiyeyê qirkirina jinan roj bi roj zêde dibe û berdewam dike,  Ji ber şerê tê meşandin jî bi hezaran jinan jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Em dibînin ku qetilkirina jinan a li Kobanê encama şerê dijehleqî ku tê meşandin e. Tê xwestin ku jin bên bêdengkriin. Lê wê têkoşîn li her derê berdewam bike. Jinên ku şoreş pêk anîn wê vê têkoşînê li her derê bidomînin. Em êrîşan bi tundî şermezar dikin."    'Qirkirina jinan li her devera cîhanê bûye pirsgirêk'   Seroka Komeleya Jinan a Starê Serap Guvenç jî wiha got: "Tundiya li ser jinê êdî pirsgirêkek cîhanî ye. Hem li herêmê û hem jî li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan zêde dibe. Şer dibe sedema mirina bi hezaran jinan .Em vî şerî û vê êrîşê şermezar dikin."    'Li dijî komkujiyan têkoşîn wê bidome'   Hevseroak HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê  Canan Uzunay jî wiha got: "Em jinên HDP'yî li dijî van êrîşêan bêdeng namînin û em ê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna me ya li dijî qirkirina jinan û li dijî şer wê berdewam bike."