Jinan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kir 2020-06-25 12:58:11   MÊRDÎN - Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 3  jinan li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir.   Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Elîf Denîz, Ronahî Sirdaş û Melek Evren, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde dibin dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir. Herwiha jinan diyar kirin ku wan li dijî binpêkirina mafan ku piştî mudurekî nû tayînî girtîehê bûye hatine zêdekirin, ferzkirina hejmartina li ser piyan û cezayê hucreyê dest bi grevê kirine. Jinan anîn ziman ku heta daxwazên wan bên bicihanîn ew ê çalakiya xwe berdewam bikin.