Li Şehba, Kobanê û Helebê êrîş hatin şermezarkirin 2020-06-25 13:40:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Heleb, Kobanê û Şehbayê êrîşên li ser gundê Helincê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin.    Di 23'yê Hezîranê de dewleta tirk bi balafirên keşfê ya bê mirov gundê Helincê ya Kantona Kobanê da û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Mihemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Li Helebê Jinên ku di biroya Meclîsa Sûriya Demokratîk de xwe cihê digirin daxuyanî dan. Li Şehbayê Rêxistina Mafê Mirovan daxuyanî da. Her wiha li Kobanê jî Meclîsa Kantona  Kobanê û Komeleya Mafê mirovan daxuyanî dan.     Li Helebê êrîşên ser gundê Helincê hatin şermezarkirin   Jinên ku di bîroya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) de cihê xwe digirin bi daxuyaniyekê êrîşên li ser gundê Helincê yê Kantona Kobanê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên Meclîsa Sûriya Demokratîk amade bûn û  alê MSD'ê hatibû hildan. Daxuyanî li pêşiya navenda Meclîsa Sûriya Demokratîk a bajarê Helebê hat xwendin.  Daxuyanî ji aliyê Endama MSD'ê Norşîn Mihemed ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi navê Bîroya Jinê di Meclîsa Sûriya Demokratîk de, em êrîş û kiryarên dewleta tirk di derheqê jinan de em bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk her roj kiryarên xwe li dijî jinan berdewam dike. Beriya du rojan dewleta tirk bi balafirên bê mirov êrîşî gundê Helincê kir û di encamê de sê jinên ku di xebata jinan de kar dikirin kir hedefa xwe. Ev komkujiya ku dewleta tirk pêk aniye berdewamiya hedefgirtina vîna jinê ye. Bi van kiryaran dixwaze fikra jinê ya ku bi azadiyê dihizirin bişkînin, lê bi şehadeta her jinekê ku di riya azadiya jinê de canê xwe feda dikin, em her ku diçin bi hêztir dibin. Em soza berdewamiya xeta wan didin. Herî dawî em bang li hemû saziyên mafê mirovan dikin ku ji bo kiryarên dewleta tirk sinorekî diyar bikin.    Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.    Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê êrîşên li ser Helincê şermezar kir   Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê yê Kantona Kobanê ku di encamê de 3 jin hatin hedefgirtin, Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê daxuyanî da. Daxuyanî li kampa Serdemê bi tevlîbûna jinên sazî û dezhegên civakî, her wiha şêniyên kampê hat dayin. Di daxuyaniyê de wêneyên jinên ku li gundê Helincê yê Kobanê jiyana xwe ji dest dane, hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Mafê Mirovan Wefa Bekir ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Di 23’yê Hezîrana 2020’an de dewleta tirk a dagirker bi balafirên bê mirov (SIHA) êrîşî gundê Helencê yê bajara Kobanê kir û di encama êrîşan de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Endama Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Weysî şehîd bûn. Dewleta tirk a dagiker bi şêwazên bê exlaqî mafê mirovan binpê dike û komkujiyan derheqê gelê sivîlan de pêk tîne.   Dewleta tirk a dagiker û komên çekdar yên girêdayî wê jinan armanc digirin û kiryarên dijmirovî derheqê wan de pêk tînin. Dewleta tirk a dagirker her dixwaze mafê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpê bike.  Daxwaza me ji civaka nevneteweyî re heye ku xalên hevpeymana rawestandina şeran pêk bînin. Divê qedexeya hewayî ji ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina sivîlan  pê çêkirin. Pêwîst e  komîteyeke navnetwî ji bo belgekirina rastiyên kiryarên dewleta tirk a dagirker bê avakirin.  Divê serokwezîrê dewleta tirk Erdogan derbasî dadgeheke navnetewî bikin û ceza lê bê birîn. Em sersaxiyê ji malbatên jinên ku jiyana xwe di nava êrîşan de ji dest dane dixwazin.”   Ji Komeleya Mafê Mirovan û Meclisa Kantona Kobanê daxuyanî hat dayîn   Bi boneya 5'emîn salvegera komkujiya Kobanê ku di 25'ê Hezîrana 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê derheqê welatiyan de pêk anîn û di heman demê de li dijî komkujiya gundê Helincê yê Başûrê Kobanê ku di 23'yê Hezîranê de dewleta tirk bi balafirên bê mirov pêk anî û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel, ji Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Muhemed Weysî jiyana xwe ji dest dan, komelaya mafê Mirovan û Meclisa Kantona Kobanê daxuyaniyên cuda dan.   Daxuyaniya komeleya mafê mirovan a herêma Firatê ji aliyê Hevseroka Komeleyê Nesrîn Elî ve li ber deriyê komeleyê bi amadebûna bi dehan endam û rêveberên komeleyê hat xwendin.   Her wiha daxuyaniya Meclisa Kantona Kobanê ji aliyê hevserokê Meclisê Mustefa Êto ve hat xwendin.   Daxuyaniya Komeleya Mafê Mirovan wiha ye:   "Plan û kiryarên dewleta tirk roj bi roj zêdetir dibin, hemû sînor derbas kirine ji kuştin, koçberkirin, dagirkirin û paqijkirina etnîkî. Em îro li vir dibin şahidê bûyereke din ên li dijî mirovahiyê bi giştî û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet. Beriya du rojan balafirên bê mirov ên dewleta tirk a dagirker maleke gundê Helincê bombebaran kir, di encamê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan. Dewleta tirk her dem bûye sedema kuştin û hejarkirina gelan. Her wiha îro em 5'emîn salvegera şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr tînin û dewleta tirk berpirsyarê yekem ê vê komkujiyê ye.   Wek komeleya mafê mirovan a herêma Firatê bang li Neteweyên Yekbûyî û Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku erk û rola xwe pêk bînin û li gorî zagonên navneteweyî dewleta tirk ceza bikin."   Daxuyaniya Meclisa Kantona Kobanê wiha ye:   "Komkujiyên ku di dîroka Gelê Kurd de li ser axa Mezepotamyayê çêbûne, di roja me ya îro de bi destên heman hêzan dubare dibin. Kobanê ku ji bo parastina tevahî mirovahiyê bi hezaran zarokên xwe feda kir, di 25'ê Hezîrana 2015'an de komkujî di derheqê gelê wê de çêbû. Her wiha di heman salvegera vê komkujiyê de, bi destên heman hêzên hov li gundê Helincê komkujî çêbû.    Em ji bo raya giştî dibêjin ku ev bêdengiya we hevkarî û destekdayîna komkujiyên li ser gelê me ye. Ji ber vê em dubare dibêjin ku divê kiryar û êrîşên dewleta tirk ên li ser sivîlan bên rawestandin.    Weke Gelê Kurd em ê têkoşîna ji bo doza xwe û azadiya mirovahiyê bê navber berdewam bikin. Her wiha heta ku em maf, çand, hebûn, aramî, ewlehî û nasnameya hemû gelê herêmê bi dest nexin, em ranewestin."   Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.