Li Seravê erdhej pêk hat 2020-06-25 14:14:24   WAN - Li Wanê erdhej pêk hat. Navçeya Seravê ya Wanê bi hêza 5.4 pîle hejiya.    Li gorî daneyên Rasathaxaneya Qandîlli li Navçeya Seravê ya Wanê erdheja hêza wê 5.1 pêl pêk hat. Li gorî daneyên AFAD'ê jî erdhej bi hêza 5.4 pêlan pêk hat. Erdheja li Wanê ku navenda wê Serav bû, li gelek cihan hat hîskirin. Erdhej bû sedema tirsê. Şêniyên navçeyê piştî erdhejê malên xwe terk kirin lê hat diyarkirin ku tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye.