'Em ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin' 2020-06-25 14:48:18   ŞENGAL - Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî bi daxuyaniyek êrîşên li hemberî Kobanê şermezar kirin û gotin: "Di êrîşan de her tim jin hedef tên girtin. Lê belê çend jin hedef bên girtin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin û li ber xwe bidin."   Di roja 23'yê heziranê de arteşa tirk bi balafiran êrîş bir ser gundê Helîncê ya Kobanê. Di encama êrîşê de 3 siyasetmedarên jin jiyana xwe ji dest dan. Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) bi daxuyaniyek êrîş şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya Meclîsa Borik a Şengalê hat dayîn û daxuyanî ji hêla andama YJCÊ'yê Lezîma Hesin ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wek gelê bindest her tim li hemberê qirkirinê û desthilatdariyê li ber xwe didin. Di êrîşan de her tim jin tên hedef girtin. Jin ne tenê niha bi hezar sal in li ber xwe didin.    Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye. Ji ber vê jî Erdogan bi taybetî êrîş li têkoşîna jinan dike. Duh Hevrîn bû îro jî Zehra, Hebûn û Emîne ye. Em ê li dijî êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin û li ber xwe bidin. Tû tişt nikare pêşiya têkoşîn û xebatên me bigire.    Em wek endamên YJCÊ'yê  heta dawî bi jinên şoreşgerê bin û li dijî êrîş û dagirkeriyê. Her wiha em berxwedana Şeladizê silav dikin. Em ê heta dawî li ber qetilîman bisekînin û li ber xwe bidin."