Platforma tendirustiyê: Kedkarên tenduristîyê dimirin 2020-06-25 14:55:23   AMED - Platforma Tendurîstiyê ya Amedê ji bo  Bedîa Menteşe ya ku bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da û pirsgirêkên  li qada tendirustiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo xebatkar nemirin wê têkoşîna xwe mezin bikin.   Platforma Tendurîstiyê ya Amedê ji bo  Bedîa Menteşe ya hemşîre ku bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest da û  pirsgirêkên li qada tendirustiyê di der barê şert û mercên xebatkarên tendurîstiyê ku tê de dijîn daxuyaniyek da. Daxuyanî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê li ber avahiya serbijîşkiyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de endamên platformê bi armanca şermezarkirinê paçê reş vekirin. Daxuyanî li ser navê platformê ji aliyê Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Gulhan Tekîn ve hat xwendin xwend.   ‘Desthîlatdarî çavên xwe ji pirsgirêkan re digire'    Gulhanê anî ziman ku ji ber pirsgirêkên li qada xebatê ya tendirustiyê, bûyerên xwekujiyê jî her ku diçe zêdetir dibin û got: “Di pêvajoya  pandemiyê de ji ber şert û mercên xebatkarên tenduristiyê pirsgirêkên derûnî yên xebatkaran zêde bûn. Desthîlatdar ji bo pirsgirêkên tenduristvanan çavên xwe digirin. Duh di vê nexweşxaneyê de ji unîteya hematolojiye hevalek me hemşire di dema nobedariya xwe de întihar kir û jiyana xwe jidest da. Em vê xwekujiyê wek cînayeta xebatê dibînin. Der barê vê bûyerê de rayedar û rêveber divê erka xwe bînin cih. Xebatkarên tenduristiyê yên jin, ligel newekhêviya şert û mercên bê ewlehî û girankirina şert û mercên xebatê jî dibe sedema xwekuştina wan.”   ‘Kedkarên tenduristiyê dimirin’   Gulhan da zanîn ku ji meha Adarê wêde tedawîya nexweşên Covîd-19 tê kirin û diyar kir ku di serwîsên covîd-19 de mafê wan ji destên wan hatine girtin û got: “Em wek nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ji meha Adarê de heta niha li dijî vîrûsa koronayê têdikoşin.  Bi îlankirina rewşa pandemiyê re Wezareta Tendirustiyê daxuyaniyek da daxuyanîyek da û gotibû ku mûçeyê xebatkarên tendirustiyê wê li gorî performansa xebatkaran bê sererastkirin. Lê ev soza xwe bi cih neanîn. Ji ber vê yekê li nexweşxaneyê newekhêvî pêk hat.”   ‘Em hem ji bo tendirustiya xwe û hem jî ji bo ya civakê ne’   Gulhanê anî zinan ku şert û mercên nexweşxaneyê her ku diçe xirabtir dibin. Her wiha keda wan nayê dîtin, bi mobîngê re rûbirû dimînin. Bila dawî li helwesta xwe bînin. Gulhanê axaftina xwe wiha bidawî kir: “ Em êdî naxwazin ji me kesek din jiyana xwe ji dest bide. serê malbata hevala me û hemû kedkarên tenduristiyê sax be û ji bo ku daxwazên me bên bicihanîn em ê têkoşîna xwe bidomînin."