Ji dayika ku zaroka wê windabûye bang 2020-07-03 09:10:41   Filiz Zeyrek   EDENE - Fazîlet Davut ya 14 salî li Edenê ji 8’ê Hezîranê de winda ye. Dayika wê Helva Davut got: “Ev nezelalî li zora min diçe. Qe nebe em bizanibin dijî an na. Em perîşan bûne.”   Helva Davut ya Sûriyeyî ku ji ber şer bi malbata xwe re koçî Tirkiyeyê kiriye, diyar kir ku bi 8 zarokên xwe re li taxa Sarihamzali ya Seyhan a Edenê dijî û got keça wê ya 14 salî Fazîle Davut ji 8’ê Hezîranê de ye agahî jê nayê girtin.   ‘Jiyan li me heram bû’   Helvayê got dibe ku keça wê hatibe revandin lê tiştek wisa hebe jî sedema wê nizanin û wiha pê de çû: “Bila zaroka min bînin. Çima revandin ez nizanim. Ez bêjim ji bo pere ye pereyê me tune ye. Rewşa me li holê ye. Em nikarin kirêya xwe bidin. Em ji şer reviyan lê zarokên me li vir ewlehiya wan tune ye. Em niha perîşan bûne jiyan li me heram bû.”   ‘Me xwe negîhand kesên gumanbar’   Helvayê got: “Telefon, nasname û pereyê Fazîletê li malê ye. Di 10 deqeyan de winda bû. Ji kar hat got zikê min diêşe û çû şaneşînê xwe dirêj kir. Min tiştek avêt ser. Ez ketim hundir 10 deqe derbas bû. Ez çûm ku zaroka min ne li wê ye. Ma qey firiya. Zaroka min biçûke, bi tena serê xwe nikare tiştekî bike. Polîs hat li kamerayan mêze kir, kesekî biguman tespît kirin lê hîna nehatiye dîtin. Em nizanin ku keça min miriye an dijî. Bi rojane em agahiyê jê nagirin. Min bi zor û zehmetî zarokên xwe mezin kirin. Kezeba min dişewite. Rewşa min nebaşe. Ez nikarim razêm. Em bi fikarin. Di hinek nûçeyan de gotin ne dayika wê ye amûjna wê ye.Ez gelek aciz bûm. Bila zaroka min bînin ji min re. Ger dengê min diçe zaroka min bila vegere mala xwe. Em perîşan bûne. Ger ku revandin hebe jî bila zaroka min bînin.”