Rûniştina Adalet Kaya dê di 9'ê Tîrmehê de bê dîtin 2020-07-03 12:39:27   AMED - Yekemîn rûniştina Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya ew ê di 9'ê Tîrmehê de bê dîtin.    Di çarçoveya operasyona li dijî Komeleya Jinê ya Rosayê ya di 22'yê Gulanê de pêk hat de 9 jin hatibûn girtin. Ji van jinan yek bi hepsa malê hatibû cezakirin. Ji jinên ku hatin girtin yek jê  Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya bû. Yekemîn rûniştina Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya ew ê di 9'ê Tîrmehê de bê dîtin.    Komeleya Jinê ya Rosayê  li ser medyaya civakî ji bo rûntiştina ew ê di 9'ê Tîrmehê de saet di 1040'an de bê dîtin banga piştevaniyê kir.    Parvekirina Komeleya Jinê ya Rosayê wiha ye:"Rûniştinên serok, endamên lijneya rêveberiyê û endamên komeleya me dest pê dikin. Ew ê yekemîn rûniştina seroka komeleya me Adalet Kaya di 9'ê Tîrmehê de bê dîtin. Em ê bi dirûşma "Têkoşîna jinê nayê darizandin" li rûniştina yekem bin. Em banga piştevaniyê li hemû rêxstinên jinan û aktivîstên jinan dikin. Bijî piştevaniya jinê."