Leşkeran agir berda çiyê 2020-07-03 13:07:07   AMED - Li taxên Licê yên Derxust, Pîrik û Huseynîk di encma agirê leşkera pê xist de şewat derket. Di encma şewatê de gelek rez û bexçe şewitîn.    Li gundên Dêrxûst, Pîrik û Huseynik ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê leşkeran operasyon da destpêkirin û agir bi çiyê xistin.  Agir bi bayê re belavî zeviyên genim û baxçeyên welatiyan jî bû. Bax û baxçeyên li gundê Dêrxûstê şewitîn û li gundê Pîrik û Huseynik jî 60 donim zeviya genim şewitî. Li van gundan gelek dar jî şewitîn.