Aşûriyên Um El-Kêf cejna Mar Tûma pîroz kirin 2020-07-03 13:41:19   HESEKÊ - Aşûriyên gundê Um El-Kêfê ya Aşûriyan di nava gulebaranê de cejna Mar Tûma pîroz kirin.    Di nava ewqas bermaheyên şer de xweşikbûna netewan û israra berdewamkirina kevneşopiyên civakî zêde dibe. Aşûriyên gundê Um El-Kêf a Aşûriyan duh di saetên êvarî de ango di şeva 3'yê Tîrmehê de, cejna Mar Tûma bi serdana Dêra gund(Mar Tûma) û vêxistina mûman bi dûayên parastina axa wan ji dagirker û dijminên wan, pîroz kirin.    Îro jî jinên gund taştê amade kirin û bi mêvanên xwe re xwarin.