Dewreya perwerdeyê ya bi navê Zehra Berkel dewam dike 2020-07-03 13:49:38   HESEKÊ - Bi armanca bîranîn û dewamkirina meşa azadiyê û rêxistinbûyîna jinan, Kongreya Star a Kantona Hesekê dewryeke perwerdeyê bi navê Ş. Zehra Berkel dest pê kir.    Di 23'yê Hezîranê de balafirên bê mirov (SIHA) ê dewleta tirk li maleke gundê Helincê yê bajarê Kobanê da û  di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel û ji Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Sirînê Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan.   Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê, bi armanca bîranîn û dewamkirina xeta azadiyê ya Zehra Berkel, dewreyeke perwerdeyê bi navê Ş.Zehra Berkel ji 29'ê Hezîranê de dest pê kiriye. Perwerdeya 22 endamên Kongreya Star li Kantona Hesekê  û heya 8 rojan wê dewam bike.   'Yên duh Hevrîn şehîd kirin heman kesên ku îro Zehra şehîd kirine'    Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Hesekê Bêrîvan Îsmayîl derbarê dewreya perwerdeyê de ev yek anî ziman: "Ji dîrokê heya niha jina birêxistinkirî ku doza mafê xwe dike û dixwaze bi xwe re bi hezaran jinan bi rêxistin bike û li dijî hişmendiya dewletê û desthilatdariyê şer bike, her rastî êrîş, qetilkirin, tecawiz û revandinê hatiye. Mînaka wê jî şehadeta rêhevala me Zehra Berkel a li Kobanê bû. Çi jinên siyasetmedar û çi jinên ku di hundirê mala xwe de têdikoşin dibin hedefa dagirkeran. Jineke birêxistinkirî û azad civakeke azad temsîl dike. Yên ku duh Hevrîn şehîd kirin îro heman sûc kirin û Zehra şehîd kirin."   'Armanc parastina mafê jinan û avakirina civakeke birêxistinkirî ye'    Bêrîvanê derbarê waneyên ku endam li ser tên perwerdekirin ev yek anî ziman:"Titşê ku herî zêde me xwest di vê dewreyê de were nîqaşkirin ferdê azad, azadiya jin û rêgezên azadiyê û malbata azad û demokratîk in. Armanca me ew e ku mafê jinan were parastin, civakeke demokratîk were avakirin û birêxistinkirin."   'Perwerde kesayetên pir bi nirx ava dike'    Endama Kongreya Star Zînê Elî ya ji Navçeya Dirbêsiyê jî ev yek anî ziman:"Perwerde dikarin kesayetên pir bi nirx ava bikin û em jî îro li ser esasê ku xwe û paşê civaka xwe perwerde bikin, tevlî vê dewreyê bûne."