Ebrû Gunay: Em destûrê nadin li dijî TJA’yê komplo bê pêşxistin 2020-07-03 14:18:46   ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di civîna çapemeniyê de anî ziman ku ew destûr nadin li dijî KCD û TJA’yê komplo bê pêşxistin û wiha got:"Bi hedefgirtina Peymana Stenbolê, dijminantiya jinan dikin. Ev gotin teşwîkkirina tundiya li dijî jinê ye. Ji ber ku tenê wateyek vê peymanê heye. Ew jî dawîlêanîna tundiya mêr e. Parastina mafê jinan e. Parastina wekheviya jin û mêr e. "   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Ebrû ewil 33 kesên di komkujiya Sêwasê de û 57 kesên di komkujiya Çorumê de hatin qetilkirin bibîr anî û wiha got: "Heta ku bi van komkujiyên li ser vê axê pêş ketin re neyên rûqayî hev, mixabin pêşeroja demokratîk a civakan nayê avakirin."    Ebrû, ewil operasyona li dijî KCD'ê rexne kir û wiha got: "Ev operasoynên kumpasê yên kriminalizekirinê ne. KCD ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin ava bû. 13 salin vê têkoşîna ji bo aştî u demokrasiyê dide. KCD hemû komxebat, kongre û konferansên xwe aşkere kirine. Dixwazin KCD'ê bikin qurbanê konsepta nifrînê. KCD'ê hemû kongre û xebatên xwe aşkere kirin. FETO dosyayên KCK'ê wekî kumpas bikar anîn. Niha  jî AKP dixwaze dosyayên KCD'ê wekî kumpas bikar bîne. Em hişyar dikin ku yên dixwazin di ser KCD'ê re li ser Kurda kumpasê ava bikin bila dest ji van biryarên siyasî berdin. Yên îşkenceyê li jinan dikin, yên îşkenceyê diparêzin, bawer bikin tu carî sûcê xwe ji bîr nakin. Dê teqez rojekê hesabê vê yekê bidin. Ji ber vê yekê bi lez dawî li van pêkanînan bînin."   'Bi hedefgirtina Peymana Stenbolê, dijminantiya jinan dikin'   Ebrû, anî ziman ku destûr nadin li dijî KCD û TJA’yê komployê pêş bixin. Ebrû li ser gotinên  Serokkomarê Tirk  Recep Tayyîp ku Peymana Stenbolê kiribû hedefa xwe got, ''Ji bo jinan çi  rast e çi şaş e em ê jin biryarê bidin, hûn mêr nikarin biryarê bidin. Li gorî keyfa we rêxistin nabin fermî û dijfermî. Bi gotina ‘Em hatin xapandin' jî nabe. Dijberî vê yekê hûn her tim dixapîne. Hûn derewan dikin. Hûn mêr nikarin biryarê bidin. Bi hedefgirtina Peymana Stenbolê, dijminantiya jinan dikin. Ev gotin teşwîkkirina tundiya li dijî jinê ye. Ji ber ku tenê wateyek vê peymanê heye. Ew jî dawîlêanîna tundiya mêr e. Parastina mafê jinan e. Parastina wekheviya jin û mêr e.    Dixwazin baroyên alîgir mezin bikin   Li ser teklîfa AKP-MHP'ê ya derbarê guherandina baroyan jî Ebrû got: "Bi çavtirsandîkirina parêzerên muxalîf, bi krîmînalîzekirina wan, bi deqkirina wan a bi rengê xayin, terorîst, bi rêbazên ku nehêlin bibin endamên baroyan, em dizanin ku desthilat wê baroyên alîgir mezin bike.''   Ebrû her wiha li ser zexta li ser medyaya civakî ya AKP-MHP'ê jî got armanca wan ew e ku nehêlin dengên muxalîf were bihîstin û nikaribin helwesta xwe li ser medyaya civakî aşkere bikin.   'RTUK êdî ne saziyek serbixwe ye'   Ebrû, cezaye ku RTUK'ê li Tele 1 û Halk TV'ê birîne jî rexne kir û wiha berdewam kir: "RTUK dengê xwe ji qanalên alîgirên AKP'ê yên ku bangên qetlîaman dike re nake. Lê qanalên ku îqtîdarê rexne dike bê wîcdan ceza dike. RTUK êdî ne saziyek serbixwe ye.    Ebrû, herî dawî bal kişand ser rewşa penaberên ku li Wanê û wiha bi dawî kir: "Wekî hûn dizanin penaberên ji Afganistan, Pakistan, Somalî, Îran, Bangladeş û welatên din tên û diçin Ewropa di Wanê re derbas dibin. Ji bo van penaberan tedbîr nayên girtin. Ev şerma mirovahiyê ye. Penaberên li Wanê jî wekî penaberên Sûriyeyê li dijî Ewropa wekî şantajê bi kar tînin. Em dixwazin li dijî qaçakvaniya penaberan tedbîr ben girtin. Kengê we tedbir girtin wê demê hûn dikarin hindik be jî berpirsiyariya xwe pêk bînin.