Rojbîn Çetîn birin adliyê 2020-07-07 13:42:28   MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn ku hat îşkencekirin û 11 rojan li emniyetê di bin çavan de hat girtin, ji bo îfadeya wê li dozgeriyê bê girtin birin edliyeyê.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endma Lijneya Rêvberiyên Demokratîk ên Xwecihî Sevîl Rojbîn Çetîn ku bi kuçik û polîsan îşkence lê hat kirin 11 roj e di bin çavan de tê girtin, duh li emniyetê xwestibûn îfadeya wê bigirin lê Rojbînê mafê xwe yê ne axaftinê bi kar anîbû.  Rojbîn a ku li emniyetê îfade neda îro ji bo îfadeya wê bê girtin birin edliyeyê.   Ji bo ku piştgiriyê bidin Rojbînê endamên rêxisinên HDP'a Amed û Mêrdînê û aktîvîstên TJA'yê li edliyê amade bûn.