Di salekê de 17 hezar û 47 zarokên keç hatine zewicandin 2020-07-07 14:14:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên TUÎK'ê di sala 2019'an de temenê wan di nabera 16-17 de 17 hezar û 47 zarokên keç hatine zewicandin.   Saziya Istatistîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) bi minasebeta 11'ê Tîrmehê Roja Nifusê ya Cîhanê istatistîkên derbarê zewacx û welidînê de parve kirin. Li gorî daneyan di sala 2019'an de temenê wan di nabera 16-17 de 17 hezar û 47 zarokên keç hatine zewicandin. Bajarên ku ev zewac lê zêde hatine kirin jî Dîlok, Stenbol û Rihayê ne.    Herwiha li gorî daneyên TUÎK'ê bajarên ku herî kêm zarok li wan hatine zewicandin jî yên wekî Dêrsim, Bayburt û Gumuşhane ne. Li aliyekî din sala borî 142 zarokên temenê wna 15 sal zarok anîne. Zarokên temenê wan di navbera 15-17 de diguhere û zarok anîne jî 9 hezar û 714 ne.   Hejmara pitikên ku jiyana xwe ji dest dane jî di sala 2018'an de 11 hezar û 598 e û di sala borî de ev hejmar daketiye 10 hezar û 770 yî.