ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2020'Î 2020-07-08 09:00:00   *Jinên Efrînê yên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtine li ser tecrîda girankirî gotin: "Em tucaran tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin qebûl nakin, ji ber tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin li ser tevahî jinan jî tê meşandin." BI DÎMEN    *Jinên bajarê Amûdê yên ku di bazara şînkayî û fêkiyan de dixebitin diyar kirin ku ji bo aboriyeke serbixe hewldaneke girîng e û gotin: "Em armanc dikin ku aboriya xwe xurt bikin û bi hev re bixebitin." BI DÎMEN    *Serpêhatiya Mevlude Diker, Edîbe Ozger û Lahye Arşîmet yek in, di salên 93'yan de zarokên xwe windakirin. Dayikan gotin: "Çîrokên me li êşê hatiye hunandin û me zarokên xwe bi wan çîrokan mezin kir. Hesret û hers dilê me dagirkiriye." BI DÎMEN    * Neşe Turgay li gundê Kahbê ya Sûrê ji bo debara xwe bike ligel hemû zehmetiyan dikanek vekir. Neşe hem ji bo debara xwe û hem jî li dijî zihniyeta baviksalarî di nava têkoşînê de ye. Neşe diyar kir ku ji bo şikandina tevahiya ferasetê demek dirêj hewceye lê jin dikare qalibên li dora xwe bişkîne. BI DÎMEN    *Sûlava Emrût li gundê Emrût a Qoserê ye û bi xweşikahiya xwe balê dikşîne. BI DÎMEN   *Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, derbarê kar û xebatên jinê yên ku di nava salek û 3 mehan de kirine û projeyên xwe  de axivî. Adalet, anî ziman ku li dijî hemû zehmetiyan kar û xebatên wan berdewam dikin û niha dest bi projeyên nû kirine. DÎMEN HEYE      *HDP ku wê di çarçoveya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ de dakeve qadan, li Amedê jî di vê çarçoveyê de wê di bin sernavê ‘Hevdîtina mafê mirovan û hiqûqê’ û ‘li dijî şer bi rihê aştiyê’ çalakiyan pêk bîne. DÎMEN HEYE    *Krîza aborî ya bi vîrusê re girantir bû bandorek mezin li ser welatiyan dike. Esnafên bazarê gotin ‘Em di nav deyn de ne. Em ji bo nanê xwe yê rojane derxinin şukur dikin'. Welatiyên ji bo dan û stanê hatin bazarê jî ji bo berhemên erzan bibînin seranserê rojê li bazarê digerin. BI DÎMEN