Li Mezîtliyê jinek hat qetilkirin 2020-12-08 16:16:54   MÊRSîN - Li navçeya Mezîtliyê  Îsmet Ç. bi kêrê Tuba Ateş qetil kir.   Li Navçeya Mezîtliya Mêrsinê di encama bîhneke xirab ku ji malekê tê de gazî polîsan hat kirin, polîsên ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku bîhn ji qata 2'yemîn a bloka sîteyê tê. Piştî lêkolîna li malê hat kirin hat aşkerakirin ku jineke 38 salî bi navê Tuba Ateş hatîye qetilkirin.    Îsmet Ç. ê li heman malê dima bi îdaya ku Tuba Atêş qetil kiriye hat binçavkirin.  Hat diyarkirin ku tawanbar Îsmet Ateş piştî Tubayê qetil kirye 2 rojan cenazeyê wê li malê hiştiye.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.