Meclîsa Îştar êrişa li ser Leyla Zana şermezar kir 2025-12-21 09:59:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Îştar a Mexmûrê êrişa faşîzane û zayendperest a ku li hemberî siyasetmedara Kurd Leyla Zana hat kirin, bi tundî şermezar kir.   Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê êrişa li ser siyasetmedara Kurd Leyla Zana şermezar kir.   Daxuyanî wiha ye:   “Em di pêvajoyeke pir dîrokî û girîng re derbas dibin. Hewldana me ew e ku em ji vê pêvajoyê re pêşengiyê bikin, ji bo azadiya giştî jinan û gelan têkoşîna xwe xurtir bikin. Rêber Apo jî serxistina vê pêvajoyê di pêşengî û têkoşîna jinan de dibîne û gelek caran di peyamên xwe de jî balê dikşîne ser vê mijarê. Bi destpêkirina vê pêvajoyê re ruxmê ku dewletê tu gav navêtiye jî Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ji bo pêkanîna civakeke demokratîk gavên pir dîrokî avêtin û heta roja me ya îro jî ji bo serxistin û mayîndekirina aştiyê bi hemû hêza xwe kar dikin.   Di Rojhilata Navîn de desthilatdar ji bo tunehesibandina îradeya jinan bi hemu hêza xwe kar dikin. Jin ruxmê hemû êrişên zayendperestî û bêrûmetiyê jî di her qada têkoşînê de bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ radibin û bi heman helwestê dixwazin van êrişan vala derbixin. Li hemberî van êrişên li dijî jinan, em bersiva herî xurt di rêxistinkirina jinan de dibînin.   Sekn û êrişên hinek komên li dijî pêvajoyê disekinin di van rojan de zêdetir xwe didin der. Bi taybetî li hemberî jinên weke Leyla Zana ku di dîroka gelê Kurd de roleke pir girîng lîstine. Em bêrêziya koma faşîstên nîjadperest a li hemberî Leyla Zana, li hemberî hemû jinan dibînin û bang li hemû jinan û civakên xwedî rûmet dikin ku li hemberî vê êrişa zayendperest bibin xwedî helwest û ji bo civakeke aştî û demokratîk pêk bê pêşiya provakasyonan bigrin.”