Xwendekara zema mûçeya asgarî protesto kirin 2025-12-23 21:01:21   STENBOL - Ciwanên ji Faliyeta Xwendekaran bi armanca mûçeyê asgarî ya di bin sînorê birçîbûnê de maye protesto bikin, li Kolana Îstîklalê ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin.   Wezareta  Xebat û Ewlehiya Civakî daxuyanî da û  diyar kir ku mûçeyê asgarî ji sedî 27 hatiye zêdekirin bû bûye 28 hezar û 75 TL . Piştî vê Ciwanên ji Faliyeta Xwendekaran bi armanca mûçeyê asgarî ya di bin sînorê birçîbûnê de maye protesto bikin, bi pankarta ‘li pişt vê pankartê xwendekarên dixwazin bijîn hene’ xwestin  li Kolana Îstîklalê bimeşin. Polîsan ciwan derb kirin û binçavkirin.   Ciwanên dirûşmeya ‘rumeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe’ bertek nîşan dan.