Li Îdlîbê jinek hat kuştin 2025-12-24 13:30:29     NAVENDA NÛÇEYAN -Li bajarê Îdlibê jineke ciwan û birayê wê dema ku bi otomobîla xwe li ser rêya Dana-Tarmaninê bûn, ji aliyê êrîşkarên nenas ve hatin gulebarankirin. Jina ciwan hat kuştin, birayê wê birîndar bû.   Li deverên bakur-rojavayê Sûriyeyê yên ku ji aliyê koma cîhadîst a Heyet Tehrîr el-Şam ve têne kontrolkirin, valahiyek ewlehiyê ya mezin heye. Bi belavbûna xalên kontrolê yên neyasayî, kuştin û hedefgirtina rasterast a sivîlan zêde bûye. Ev rewş, pirbûna komên çekdar û nebûna ewlehiyê ku jiyana niştecihan dike xetereyê, nîşan dide.   Şeva 23’yê Kanûna Pêşîn, jineke ciwan û birayê wê dema bi otomobîla xwe li ser rêya Dana-Tarmanin a li gundewarê Îdlibê diçûn, rastî gulebaranek hatin. Li gorî çavkaniyên herêmî, jina ciwan dicîh de hat kuştin û birayê wê bi awayek xedar birîndar bû. Birayê wê, paşê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyek nêzîkî cihê bûyerê.   Li gorî raporan, kesên nenas di navbera bajarokên Termanin û Arhab ên li gundewarê Helebê de rê li wan girtine û rasterast gule li wesayîtekê reşandine. Nasnameya sûcdaran hîn jî nayê zanîn.   Bajarê Îdlibê û çend deverên li bakur-rojavayê Sûriyeyê yên di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) de, bêaramiya ewlehiyê ya zêde dijîn. Xalên kontrolê yên neqanûnî ku ji hêla komên çekdar ên cûrbecûr ve têne rêvebirin û di nav de hin ji wan ên bi rêxistinên tundrew ve girêdayî ne, pir belav bûne.   Ev rewş di nav nebûna desthilatdariyek yekgirtî ya ku dikare ewlehiyê biparêze de, tevgera sivîlan bêtir sînordar dike û xetereyên li ser jiyana wan zêde dike.