Li Amedê ji bo hunermend Nihal Ay şîn hat danîn 2025-12-25 13:46:48   AMED - Li Amedê ji bo Nihal Ay, ku hate ragihandin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest daye, şîn hat danîn.   Koordînasyona Hîlala Zêrîn duh ragihand ku hunermend Nihal Ay (Sîdar Andok) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest daye.    Piştî vê yekê, malbata Nihal Ay, ku li Amedê dijîn, li Mala Sersaxiyê ya Çermikliler a li navçeya Peyasê şîn danî.    Gelek kesî serdana mala sersaxiyê kirin, li wir dua hatin xwendin û sersaxî ji malbatê re hat xwestin.   Wêneyê Nihal Ay bi şalên kesk û sor û zer li mala sersaxiyê hat pêşandan.