OHD'ê banga tevlibûna mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' kir 2025-12-26 13:51:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) bal kişand ser têkçûna serdestiya hiqûqê ya li Tirkiyeyê û banga beşdarbûna mîtînga "Hêvî û Azadî" ya ku dê di 4'ê Çileyê de li Amedê were lidarxistin kir û daxwaza bicihanîna tavilê ya mafê hêviyê, bicîhanîna biryarên DMME'yê û avakirina bingehek qanûnî ji bo aştiyê kir.   Bangên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên derbarê mîtînga "Hêvî û Azadî" ya ku dê di 4'ê Çileya 2026'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê were lidarxistin, ku ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk ve tê organîzekirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, berdewam dikin. Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê jî li gelek bajaran derbarê mîtîngê de daxuyaniyên hevdem dan.   Amed   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) ya Amedê derbarê mîtînga "Hêvî û Azadî" ya ku dê di 4'ê Çileyê de ji bo piştgiriya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin, daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya ku li avahiya komeleya OHD'ê ya Amedê hat dayîn, Hevseroka OHD'ê Ekin Yeter û endamên OHD'ê beşdar bûn. Endamên OHD'ê li salonê pankartek bi nivîsa "Bang ji bo Mîtînga Hêvî û Azadî" daliqandin.   Metna Kurdî ya daxuyaniyê ji hêla hevserokê şaxa OHD'ê ya Amedê Muhittin Muguç û ya Tirkî jî ji hêla rêvebera Navenda Giştî ya OHD'ê Adile Salman ve hat xwendin.   Enqere   Şaxê Enqerê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) li ofîsa xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û banga beşdarbûna mîtînga 4'ê Çileyê kir. Di civîna çapemeniyê de, Dogan Şenses deklarasyon bi Kurdî, Çîgdem Kozan jî nusxeya Tirkî xwend. Di daxuyaniyê de bang li hemû saziyên demokratîk û rêxistinên civaka sivîl hat kirin ku beşdarî mîtîngê bibin.     Wan    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) a Wanê derbarê mîtînga "Hêvî û Azadî" ya ku dê di 4'ê Çileyê de li Qada Îstasyonê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin, daxuyaniyek weşand. Gelek parêzer beşdarî civîna çapemeniyê ya li avahiya komeleyê bûn.     Metna hevpar a Mafê Hêviyê û Banga Azadiyê wiha ye:   "Di serdemekê de ku li Tirkiyeyê prensîba dewleta hiqûqî bi rengekî sîstematîk tê rûxandin û pêkanînên îstîsnayî û awarte bûne herdemî; avakirina aştî, civaka demokratîk û jiyana wekhev êdî veguheriye neçariyeke hiqûqî û siyasî ya ku nikare bê taloqkirin. Bêyî ku zemîna hiqûqî ya aştî, çareseriya demokratîk û dadmendiya civakî bê avakirin ne gengaz e ku Tirkiye û Rojhilata Navîn ji krîzên kûr ên siyasî, civakî û mirovî derkevin. Îro ya ku pêdivî pê heye; avakirina pergalekê ye ku tê de hiqûq ne îstîsna bibe qaîde û ne keyfiyet lê mafên mirovan bibe diyarker.   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di serî de di biryara Ocalan/Tirkiye (No.2) de û di biryarên xwe yên mayinde û girêder de sepandina sizayê hetahetayê ya giran a bêyî şertê berdana bişert, di çarçoveya xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de wekî binpêkirina qedexeya îşkenceyê tespît kiriye. DMME’yê bi eşkere diyar kiriye ku ji bo rakirina vê binpêkirinê, sererastkirinên qanûnî yên ku “mafê hêviyê” misgorer dikin, mecbûrî ne.   Digel ku di ser vê biryara DMMEyê re 11 sal derbas bûne jî, Tirkiye di warê girtina heta hetayê ya girankirî de rêziknameyên qanûnî yên ku mafê hêviyê nas dikin, dernexistiye; ew binpêkirina avahî û sîstematîk a ku bandorê li bi hezaran girtiyan dike didomîne. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di civîna xwe ya 15-17'ê Îlona 2025'an de, tespîta xwe ya ku biryara DMME'yê hîn jî nehatiye bicîhanîn dubare kir û bang li Tirkiyeyê kir ku erkên xwe bi tevahî, bi bandor û bêyî derengmayînê bicîh bîne. Komîteyê her wiha pêşniyar kir ku pêşnûmeyên qanûnên ku ji parlamentoyê re hatine pêşkêşkirin dikarin werin pejirandin û tekez kir ku Komîsyona Parlamentoyê ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye damezrandin jî dikare were bikar anîn.   Lêbelê, nîqaşên li ser mafê hêviyê ne di nav Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê û ne jî di Komîsyona Parlamentoyê de pêşve neçûne. Wekî din, her çend komîsyon raporek hevbeş li ser pêvajoyê amade dike jî, ti nîşanek ji bo çareseriyek qanûnî ya mafê hêviyê, çi di çarçoveya siyasî de û çi jî di çarçoveya qanûna destûrî û navneteweyî de, tune ye.   Rejîmeke înfazê ya ku azadiyê bi rengekî mutleq înkar dike hiqûqa aştiyê nepêkan dike û hiqûqê tenê dadixe amûreke sizadanê. Rejîmên înfazê yên bêdawî û pêkanînên tecrîda giran rûmeta mirovahiyê birîndar dikin azadiyê dikin îstîsna û sizadanê dikin qaîde; bi vî aliyê xwe hiqûq, aşitî û derfetên çareseriya civakî bi rengekî sîstematîk xera dikin. Bangên Konseya Ewropayê û biryarên girêder ên DMME’yê ji bo bidawîanîna vê tabloyê avakirina çarçoveyeke hiqûqî ya ku azadiyê bingeh digire ferz dike. Bicihanîna vê berpirsiyariyê zelal e: TBMM  mecbûr e ku wan sererastkirinên qanûnî yên ku mafê hêviyê mîsoger dikin û azadiyê dixin navenda hiqûqê demildest bixe meriyetê.   Wekî ku Birêz Abdullah Ocalan beyan kiriye: “Prensîba hêviyê gaveke ku divê dewlet bavêje. Divê vê astengê rake. Ev meseleyek e ku bi hezaran mirovan eleqedar dike. Hûn ji ku ve lê binêrin, divê ev bê rakirin. Ji bo hiqûqê divê ev bê kirin. Siyaset û dadwerî jî vê dixwaze.”   Pêkanîna mafê hêviyê; dabînkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan; bidawîanîna hiştina derveyî hiqûqê ya Kurdan û hemû beşên civakê û avakirina hiqûqa entegrasyona demokratîk, şertê bingehîn ê aşitiyeke rastîn û mayinde ye.   Bi vê hişmendiya berpirsiyariya dîrokî, “Mîtînga Hêvî û Azadiyê” ya ku dê di 4’ê Qanûna Paşîn de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin ji bo pêkanîna mafê hêviyê wekî erkeke hiqûqî û civakî û ji bo xurtkirina vîna çareseriya demokratîk û aştiyê bangeke girîng a giştî ye. Mîtîng bi armanca xuyakirina daxwaza hevpar a ji bo avakirina civakeke demokratîk li ser bingehê serweriya hiqûqê, rûmeta mirovî û prensîbên azadiyê û ji bo îfadekirina wê yekê ku aşitî tenê di zemînekî hiqûqî yê ku maf û azadî lê têne parastin gengaz e, tê lidarxistin.   Em wekî Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) daxwaz dikin ku   ?Mafê hêviyê demildest bê cîbicîkirin   ?Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî bêkêmasî û bêyî dereng bê xistinê bên cîbicîkirin   ?TBMM pêşniyaz-qanûnên heyî yên derbarê mafê hêviyê de bi lezgînî bixe rojeva xwe û wan bike qanûn   Bi vê hişmendiyêji bo jiyanîkirina mafê hêviyê, ji bo dabînkirina azadiya Birêz Abdullah Ocalan û bi daxwaza avakirina aşitiyê bi mîsogeriyên hiqûqî em bang li hemû hiqûqnasan, saziyên demokratîk û gelê xwe dikin ku roja Yekşemê 4’ê Qanûna Paşîn li Qada Îstasyonê ya Amedê bên cem hev xwedî li hiqûq û aştiyê derkevin û berpirsiyariyê bigirin ser milên xwe.   Parastina mafê hêviyê, parastina aştiyê ye."