Ji şaredariya Rezanê xebata 8'ê Adarê 2026-03-02 19:01:36   AMED - Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li bazara herêmî broşûr belav kirin û banga beşdarbûna çalakiyan kirin.   Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê ya Amedê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li bazara taxa Korhatê bi jinan re civiya.   Hevşaredara Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz, endamên meclîsa şaredariyê û karmendên jin ên rêveberiyê beşdarî çalakiyê bûn. Jinan li bazarê broşûr belav kirin û banga beşdarbûna çalakiyên 8'ê Adarê kirin.   Di broşûran de agahî li ser saziyan û agahdariyên têkiliyê yên derbarê mekanîzmayên serlêdanê yên li dijî şîdeta li ser jinan hebûn. Rêveberiya Polîtîkayên Jinan diyar kir ku çalakiyên wê yên 8'ê Adarê dê ji bo piştgiriya jiyaneke wekhev, azad, demokratîk û aştiyane berdewam bikin.