TAJÊ: Em Qetilkirina Yenar Mihemed bi tûndî şermezar dikin 2026-03-03 10:48:02   NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ li ser qetilkirina Yenar Mihemed ku li Bexdayê hate qetilkirin daxûyanî da û got: ‘Em ê tekoşîna wê ya ji bo jinên Êzidî ên dîlgirtî meşandî ji bîr nekin û em ê bibin şopdara ked û xebata wê.’      Di 2’ê Adarê de Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê Yenar Mihemed li Bexdayê ji aliyê du kesên ne nas ve li ber deriya mala xwe hat qetilkirin. Yenar Mihemed ji bo tekoşîna azadiya jinê ked û xebateke mezin da meşandin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxûyaniyekê qetilkirina Yenar Mihemed bi tûndî şermezar kir û xwest ji kujerên wê hesab werê pirsîn.     Daxûyanî bi vê rengî ye;       "Em ê tekoşîna wê ji bo me daye meşandin berdewam bikin    Tajê di daxûyaniyê de Yenar Mihemed bibîr anî û diyar kir ku Yenar jineke wêrek û tekoşînvane û wiha dewam kir: “Me jineke têkoşer a xwedî kedeke bêhemba di tekoşîna jinan de winda kir. Em ji ber qetilkirina Yenar Mihemed hem xemgînin û hem jî bi hêrs in. Di lêgerîna heqîqeta jinan de jineke dilwêrek bû. Li hemberî qirkirina jinê, li hemberî zordariya mêr-dewletê serî rakir û tekoşîn meşand. Em di rojên pêşwazîkirina roja 8’ê Adarê de ne. Di demeke wiha de qetilkirina Yenar ne rasthatineke, li hemberî tekoşîna jinê sucekî din yê aqlê mêr-dewletê ye. Jina wêrek Yenar Mihemed di têkoşîna meydanî de mînakeke bêhempa bû, wê jiyana xwe ji bo şerê li dijî pergala mêrsalar tekoşîna azadiya jinê ya civakî û siyasîv eqetand. Rola wê ya dîrokî di gelek qadan de bihêz bû, bi taybetî di doza jinên Êzidî yên dîlgirtî de, ku ew yek ji dengên herî pêşîn bû bêdengiya cîhanê li hember qirkirinê şikand û bi awayekî meydanî û hiqûqî têkoşîn meşand. Ji bona ku tawanên jenosîdê li qada navneteweyî bide naskirin û suçdar bêne dadgehkirin torên piştgiriyê ava kirin da ku jinên rizgarbûyî biparêze û rûmeta wan a pîroz li wan vegerîne.”     ‘Em daxwaza vekirina lêkolîneke navneteweyî dikin’    Di dewama daxûyanî de wiha hate gotin: “Di tekoşîna jinê ew xwedî projeyên polîtîk bû, projeyek fikrî û pratîkî dimeşand ku armanca wê jinê ji rola qurbanî kirinê veguherînê rola pêşengiyê. Dixwest hemû sînorên paşketî û kevneperest ên ku rola jinê di civakê de paşguh dikirin jiholê rabike û bi tûndî li dijî qanûnên ku cudakariyê kûr dikin sekinî. Ji bo jiyana jinên Iraqî biguherîne û wan ji tûndiya hişmendiya dewlet û qanûnên wê biparêze li seranserî Îraqê bû xwedî kedeke mezin. Kuştina Yenar Mihemed di vê demê de, hewildaneke tirsonek e ji bo vemirandina ramanên azad ên ku wê di dilê hezaran jinan de çandî. Em dxweza vekirina lêpirsîneke navneteweyî û navxweyî ji bo qetilkirina Yenar dikin ku di zûtirîn dem de suçdar bêne darizandin. Ji bo eşkere kirina kujeran û naskirina doza wê, weke dozeke raya giştî ya cîhanî û parastina mîrasa wê ya têkoşînê da ku saziyên wê di xizmeta jinan û bindestan de berdewam bin. Yenar Mihemed ne çalakvana jin a yekemîne di Îraqê de tê kuştin di salên borî de kuştina jinên pêşeng zêde bû, ev dide diyarkirin ku li Îraqê jinên ku ji bo mafê xwe têdikoşin ewlehiya jiyana wan nîne. Kuştina her jinekê polîtîke. Ji ber ku hêzên desthilat ji tekoşîna jinê ditirsin wê dikin hedefa xwe. Yenar Mihemed di oxira tekoşîna azadiya jinan de hat qetilkirin. Lê mîrasek li dû xwe hişt ku wê tû carî ji aliyê jinan ve neyê jibîrkirin. Wê tekoşîna wê ya ji bo jinên dîlgirtî û rizgarbûyî ji bo me hêza tekoşînê.”     Em careke din ji malbata Yenar, hemû jinan û endamên rêxistina azadiya jinê re sersaxiyê û dibêjin wê tekoşîna azadiya jinê berdewam bike.