Li dijî gundiyên ku GES protesto dikirin êrîş:4 kes birîndar bûn 2026-03-03 17:37:29   AMED - Cendirmeyên ku êrişî gundiyên li dijî GES'ê rabûn kirin, 16 kes binçav kirin.   Li gundê Arzoxlî yê navçeya Sûr a Amedê, gundiyên ku li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê (GES) rabûn, bi êrişa cendirmeyan re rû bi rû man. Gundiyên ku li dijî şîrketa ku ji bo kolandinê çû herêmê kom bûn, xwest tîmên şîrketê ji gund biçin. Piştî xebatkarên şîrketê ji herêmê neçûn, di navbera wan û gundiyan de rageşî derket. Cendirmeyan jî bi guleyên plastîk, gaza îsotan, ava şid û copan êrişî gundiyan kirin.   Gundiyên bi navê Veysi, Cihan, Muhammed Goge, Cevdet Ozpınar, Sabri Arslan, Hamit Çiftçi, Mustafa Bey, Recai Bey, Erhan Karakaş, Cihan Kelle, Veysi Çiftçi, Hacı Çiftçi, Abdurrahman Çiftçi, Adem Çiftçi, Mehmet Demirel û Gurbet Çiftçi ku bi êrişa cendirmeyan re rû bi rû man, hatin binçavkirin.    Di êrişê de 4 kes birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Fakulte ya Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.