ROJEVA 04'Ê ADARA 2026'AN 2026-03-04 09:00:00   * Seroka Giştî ya DGD-SEN’ê Neslîhan Acar balkişand ser rola pêşeng a jinên karker ya di berxwedan û grevên li herêma Marmarayê û wiha got: “Muxatabê ewil yên xespkirina maf jin in. Ev berxwedan ne tenê têkoşîna nan e, têkoşîna nûnertî û rûmetê ye.” BI DÎMEN    * Hevberdevka Platforma Şiyar Be Ruken Kiliç da zanîn ku bikaranîna tiryakê 20 hezarî derbas kiriye û wiha got: “Tiryakbûn ne sûc e û ne jî nexweşî ye. Encama pirsgirêkên civakî û pergalê ye.” BI DÎMEN   * Gulistan Doku tevî 6 sal derbas bûye hîna nehatiye dîtin, Rojîn Kabaîş ya li Wanê bi guman jiyana xwe ji dest da jî mirina wê ya bi gûman nezelaliya xwe diparêze. Malbat û rêxistinên jinan diyar dikin ku lêpirsînek bi bandor nayê meşandin û dawaza edaletê dubare dikin. Delîl, daneyên DNA’yê û xeleka îhmalkariyê jî li benda bersivê ne.    * Hevberdevka OHD’a Mûşê Berfîn Demîrtaş rapora komîsyona meclîsê nirxand û got: “Divê birêz Ocalan li gorî rihê pêvajoyê ji mafê hêviyê fêdeyê bigire. Tirkiye divê ji bo endamên rêxistinên Yên dixwazin vegerin Tirkiyeyê gumanan ji holê rabike.”    *Jinên gundê Arzoxlî ya Sûrê ku tê xwestin li gund GES bê çêkirin, bertek nişandan û gotin ew ê heta dawiyê xwedî li ax û gundê xwe derkevin. BI DÎMEN