Nisêbîn wekî 'Bajarê Jinan' hat ragihandin 2026-03-04 14:39:46   MÊRDÎN - Di daxuyaniya ku tê de hat ragihandin Nisêbîn wekî "bajarê jinan" hatiye ragihandin, wiha hat gotin, "Em ê mafê jiyan û azadiya jinan bi polîtîkayên berbiçav garantî bikin."   Deklarasyona "Ber bi Bajarên Jinan ve" li Navenda Jiyana Jinan a Navjin a li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat eşkerekirin. Di daxuyaniya ku gelek jin beşdar bûn, pankartên bi nivîsa "Jin jiyan azadî" û pankartekabelayek bi nivîsa "Fetlên kezîyan wê dawiya faşîzmê bînin"  hat vekirin. Jinên ku bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî bernameyê bûn, li ber erbaneyê stran gotin.   Metnê Tirkî yê deklarasyonê ji aliyê hevseroka Şaredariya Nisêbînê Gülbin Şahin Dağhan ve û ya Kurdî jî ji aliyê hevseroka Şaredariya Mêrdînê Devrim Demir ve hate xwendin ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku  Bajarê Jinan Nisêbîn: Bajarekî ku Jinan li Ser Şopa Dîrok û Berxwedanê Ava Kiriye ye û ev tiş hat gotin, Nisêbîn bajarekî berxwedanê yê ku bi sedan salan e li dijî polîtîkayên înkarê, hilweşandinê û zordariyê hebûna xwe parastiye; bi baweriyên cuda, zimanên cuda û vîna gelan a jiyana hevpar li ser piyan maye. Ev bajar ne netê bajarê bîreke dîrokî ye, Di heman demê de bajarê têkoşîneke pirrehendî ya ku li dijî yekparêzî û desthilatdariya zayendî hatiye meşandin e.  Li her kuçeya wî, li ser her kevirê wî şopa vîna gelan û jinan heye.   Jin di vê berxwedanê de ne hêmanên tebanî ne, ew kirdeyên avaker bi xwe ne;  jin; hêza ku bîrê vediguhêzin, jiyanê ji nû ve birêxistin dikin û ramana azadiyê vediguherînin heqîqetekê ne. Ev bajarê ku li gor çavkaniyên dîrokî heft caran hatiye avakirin û heft caran hatiye hilweşandin, îro jî angaşta xwe ya wekhevîparêz, azadîparêz û bi pêşengiya jinan ji nû ve avakirinê xurt dike. "   Li dijî hişmendiya serdestiya mêr pergalek pir reng   Di dirêjahiya daxuyaniyê de hat eşkerkirin ku Ev angaşt ne tenê ji nû ve avakirina bajarekî ye.   Li dijî hişmendiya serdestiya mêrane, navendîparêz û cudaker, xwedî vîneke ku pergaleke civakî ya demokratîk, pirreng û azadîparêziya jinan ava bike ye.  û wiha hat lêzêdekirin," Ji ber vê yekê em bi perspektîfa demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan ji nû ve avakirina Nisêbînê bi tenê wek polîtîkayeke rêveberiyên xwecihî nabînin; em wek berdewamiya berxwedana dîrokî dinirxînin. Polîtîkayên veguhertina bajêr ên ku piştî pêvajoya pevçûnên di navbera salên 2011 û 2016’an hatin sepandin, bîra bajêr a civakî di asteke girîng de têk birin. Ev têkbirin ne tenê bi awayekî fizîkî, wek têkçûneke civakî jî rû da. Têkiliyên cîrantiyê, torên hevgirtinê û awayên jiyanê yên kolektîf ji holê hatin rakirin. Bi taybetî jinên ku di malên musteqîl de dijiyan, neçar hatin hiştin ku di avahiyên pirqat de bi cih bibin û qada azadiyê ya ku li malên berê hebû, hat tengkirin. Ev sepan veguherîn  tundiyeke cihûwarî ya ku qadên jiyanê yên jinan teng kirine.   Tundiyê sînorên fizîkî derbas kiriye   Di berdewama daxuyaniyê de tundiya piralî hat bibîrxistin û wiha hat destnîşankirin,"Tundiya cihûwarî ji sînorên fizîkî derbas kiriye, têkiliyên jinan ên civakî û beşdarbûna wan a jiyana giştî asteng kiriye. Di vê pêvajoya ku kiriye jin ji qadên giştî vekişin, qada wan a tevgerê teng bibe û li ber çavan neyên xuyakirin de cihûwaran taybetiya xwe ya azadker wenda kirine û veguherîne navgînên çewisîner yên venêrîn û pêkutiyê.   Em di avakirina bajarên jinan de plansaziyeke berwarkî, ekolojîk û li ser bingehên xwecihî esas digirin.   Ji ber vê yekê, em ê plansaziyên avaniyê bi hişmendiyeke ku ezmûnên jinan ên jiyanê û pêdiviyên wan bike navend, ji nû ve sererast bikin. Em ê bi hişmendiya plansaziyê ya li ser bingeha xwecihî, xwezaparêz û beşdariyê,  cihûwaran bi awayekî ku jin bikaribin azad û wekhev beşdarî jiyana giştî bibin, ji nû ve saz bikin. Di avakirina bajarên jinan de, em hêza xwe ji têkoşîna azadîparêziya jinan û mîrateya rêveberiyên xwecihî ya Nisêbînê digirin. Navenda Jinan Gulşîlav, parkên jinan û kooperatîfên jinan ên ku berê hatibûn vekirin gavên pêşîn yê vê hişmendiyê ne. Herçiqas sepanên qeyûm ev sazî rasterast ji xwe re kiribin hedef jî, jinan ji bo ku bîra civakî û rêxistinbûna kolektîf biparêzin,  her tim li ber xwe dane. Em vê têkoşîna dîrokî wek bingeha esasî û çavkaniya îlhamê ya hişmendiya bajarên jinan yên ku îro em dixwazin ji nû ve ava bikin, dibînin."   Di daxuyaniyê de avakirina bajarên jinan li gorî van rêgezan hatin destnîşankirin:   "* Em hişmendiya rêveberiyên xwecihî ya demokratîk, xwezaparêz û komunal esas digirin.   * Em azadiya jinê esas digirin û jinê wek kirdeya avaker ya bajêr dibînin.   * Em nûnertiya wekhev mîsoger dikin û modêla hevserokatiyê esas digirin.   * Em jiyana bê tundî diparêzin û armanca me ew e ku em aşîtiyê di asta civakî de pêk bînin.   * Em li dijî xizanî, newekheviya çînî û têkçûna xwezayê, têkoşîna hevpar dimeşînin.   * Em berpirsiyariya xwedîkirinê wek berpirsiyariyeke kolektîf dibînin û polîtîkayên civakî yên wekhevîparêz pêş dixin.   * Em modeleke aboriyê ya li ser bingeha hevgirtin û kedê disepînin.   * Em jiyana pirzimanî, pirnasnameyî û pirbaweriyî dipejirînin; û bîra xwecihî diparêzin.   * Em ji bo jinên astengdar, koçber, penaber û ji temenên cuda, polîtîkayên berfireh destnîşan dikin.   * Em di rêvebirinê de zelalî, hesabdayîn û venêrîna, bi pergal esas digirin."   Di daxuyanyê rêbazên parstina jinan hatin bibîrxistin û wiha wiha lê hat zêdekirin: " Di avakirina bajarên jinan de; ligel paradîgmaya demokratîk, ekolojîk  û azadîparêziya jinan, em xwe dispêrin rêgeza destûra bingehîn a wekheviyê, CEDAW,  Daxuyanî û platforma çalakiyan a Pekînê ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatî pejirandin, -mîrateya  Peymana Stenbolê ya normatîf, Zagona bi hejmara 62 84,  -Peymana Ewropayê ya  Di Rêveberiyên Xwecihî de Wekheviya Jin û Mêran, Armancên Xweşhaliyê yên Domdar yên Neteweyên Yekbûyî û Rojeva Bajêr a Nû.    Li gor giyan û hukmên van peymanan em  girtina biryarên xwecihî, wek berpirsiyariya xwe ya bingehîn dibînin. Em rêxistinên jina, kooperatîfan, jûrên pîşeyan û torên hevgirtinê, wek pêkhateyên bingehîn yên rêveberiya bajêr dibînin. Bajarê jinan; modeleke demokratîk a ku rêxistinên civakî û rêveberiyên xwecihî bi hev re biryaran digirin, bi hev re disepînin û bi hev re dişopînin ne. Em ê mekanîzmayên ku di navbera şaredariyê û civaka sîvîl de bi rêk û pêk bixebitin, di desnîşankirina polîtîkayan de xwedî gotin bin û sepanan bişopînin, ava bikin. Em ê beşdarbûnê bi awayekî sembolîk na, bi hişmendiyeke ku rasterast bikaribe biryaran bigire û bi hev re hilberîne, esas bigirin.   Em di avakirina bajarên jinan de têkoşîna li dijî tundiyê wek rojeva xwe ya herî girîng destnîşan dikin. Em tundiyê tenê bi malê ve sînorkirî nabînin;   em tundiyê bi hemû cureyên wê yên li kuçe, kargeh, li ser rêya dibistanan, li qadên dîjîtal û di binê siya polîtîkayên şerê taybet de, dinirxînin. Xizanî, xebata bê ewlehî, bikaranîna hişbiran û fihûş, jiyana jinan qels dike.  Barê xwedîkirinê û ne ewlebûna cih û waran, tundiyê dijwartir dike. Ji ber vê yekê, em ê bêhtirîn navendên piştgiriya jinan ên pirzimanî vekin. Em ê xetên li dijî tundiyê yên ku 7 rojan 24 saetan çalak bin vekin. Em ê stargehên jinan ava bikin û hilberînê xwedîkirina zarokan, piştgiriya hiqûqî û derûnî li gel hev pêşkêş bikin. Em ê mafê jiyanê û azadiya jinan bi polîtîkayên şênber mîsoger bikin. Li Nisêbînê dûrbûna ji hev a cih û waran, kêmbûna derfetên çûn û hatinê, hatina cem hev a jinan asteng dikin.   Bêderfetîyê di serî de hatina cem hev ya jinên Suryan, Ereb û Keldanî, jinên ji civak û çandên cuda asteng kiriye.    Ji ber vê yekê, em ê qadên civakî yên berfireh yên ku jinên ji hemû gelan bikaribin bi awayekî wekhev, azad û ewle bên cem hev ava bikin.  Em ê bingeha gotina hevpar, hilberîn û hevgirtina jinan xurt bikin. Em destnîşan dikin ku em van cih û waran wek mafekî bingehîn dibînin. Em ê bi festîvalên çandî û çalakiyên hevpar berbiçavbûna jinan û hevgirtina wan xurt bikin. Em ê xizmetên giştî li ser bingeha wekheviya zayenda civakî ji nû ve bi rêxistin bikin.  Em ê modelên hilberîna kolektîf yên ku azadiya jinan ya aborî xurt bike pêş bixin; kooperatîfan ava bikin û piştgiriyê bidin wan.   Em ê ji bo jinan qadên hilberînê vekin   Em ê qadên hilberînê yên ku keda jinan berbiçav dikin ava bikin û krêşên bê heqdest vekin. Em xizaniyê wek navgîneke desthilatdariyê ya bingehîn a ku jiyana jinan ya azad û wekhev asteng dike, dibînin. Ji ber vê yekê, em ê kooperatîf û komunên jinan yên ku serxwebûna aborî ya jinan xurt bikin, damezirînin. Em ê qadên hilberîn û dahatê biafirînin û hevgirtina kolektîf xurt bikin. Em ê Hevdîtinên Kedê yên Jinan bikin bingeha herî girîng a vê xeta rêxistinbûyî. Bi daxuyandina bajarên jinan re,  em ê Plansaziyeke Çalakiyan ya Bajarê Jinan a berfireh amade bikin. Em ê binesaziya parvekirina daneyan a saziyî damezirînin. Em ê di sêwirîneriya park, veguhastin û binesaziyê de dahûrandina bandora zayenda civakî mecbûrî bikin.  Em ê di nûsafên xebatan yên salane,  yên tevahiya yekeyan de xebatên ji bo jinan di binê serenavekî cuda de pêşkêş bikin. Em ê mobînga nava saziyan û giliyên destdirêjiyê bi awayekî kartêker bişopînin. Em ê Nûsafa Şopandina Bajarê Jinan a salane ya ku xwegihandina astengdaran, tundî û ewlehî, xizmetên xwedîkirinê û aboriya jinan tê de cih bigirin, biweşînin.    Xebatên qadî nîşan dane ku li taxan û gundan di ava vexwarinê, binesazî û veguhastinê de kêmasiyên berbiçav hene. Ev kêmasî, pirsgirêkên bingehîn yên ku rasterast bandorê li jiyana jinan a rojane, têkiliya ku bi qadên giştî re datînin û mafên wan yên kirdebûnê dikin in. Em van pirsgirêkan paşguh nakin; dijberî wê bi awayekî zelal destnîşan dikin û dibêjin ku, em ê bi perspektîfeke azadker û wekhevîparêz a ku hêza jinan a cewherî esas digire çareser bikin.  Em xwegihandina avê, xizmetên veguhastinê û binesaziyê wek lutfekê na, wek mafekî bingehîn dibînin; û em ê li taxên gundewar bîran vedin, rêyan û binesaziyê xurt bikin, rêyên veguhastinê yên nava bajêr û qadên gundewar baştir bikin. Em her daxwaza ku jin bilêv bikin wek kevirê bingehîn yê nexşerêya xwe dipejirînin. Em ê di nava salekê de destkeftî û encamên şênber yên vê têkoşînê bi awayekî zelal bi raya giştî re parve bikin.   Berpirsiyariya me ya bingehîn wekheviya jinan e   Em bi vê daxuyaniyê, ligel rêveberiyên xwecihî yên  DEM Partiyê, rêxistinên jinan, sendîka, jûrên pîşeyî, rêxistinên xwezaparêz û astengdaran û platformên zarok û ciwanan vî bajarî bi hişê jinan, keda jinan, bi hêza ku ji rêgeza “Jin, Jiyan, Azadî”yê werdigire, bi bîra jinan û baweriya me ya bi aştiyê ya xurt biryardariya xwe dîsa tînin zimên. Di hemû qadên jiyanê de pêkanîna hebûna jinan a wekhev, azad û ewle berpirsiyariya me ya bingehîn e. Li Nisêbîna ku sînoran ew dabeş kiriye lê têkoşînê ew gihandiye hev, bi îlhama ku em ji Şoreşa Jinan a Rojava digirin, em pêkanîna paradîgmaya azadîparêziya jinan wek berpirsiyariya xwe ya bingehîn dibînin. Em ezmûnên ku li Rojava û Nisêbînê derketine holê wek pêvajoyên ku hev temam dikin, dibînin. Daxuyaniya me xwedî li danehevên têkoşînê yên ku li hev zêde bûne derdikeve û perspektîfa neteweya demokratîk wek bingeha dahatûya me ya hevpar radigihîne. Em ê vê mîrateya dîrokî wergirin, jiyana demokratîk, xwezaparêz û azadîparêziya jinan tev bi hev re ava bikin."