ROJEVA 5'Ê ADARA 2026'AN 2026-03-05 09:00:00     *Jinan der barê 8’ê Adarê de nirxandin kirin û wiha gotin: “Welat veguheriye goristana jinan. Bila êdî jin nemirin. Bila şer bi dawî bibın. Bijî azadî.” DÎMEN HEYE   *Fatma Yenî di 2003’yan de koçî Stenbolê dike û 22 sal in li heman atolyeya tekstîlê dixebite û li dijî zîhniyeta serdest a mêr paradîgmaya azadiya jinê diparêze. Fatma Yenî wiha got: “Em dixwazin vê pergalê biguherin, mêr jî bi xwe re biguherin, pergaleke mirovahî ava bikin.” DÎMEN HEYE   *Hevberdevka EKO-Der a Wanê Perîhan Sogukbulak texrîbata di golên Wanê de tê kirin anî ziman û got ji ber HES’an Gola Wanê 200 metre şûnde çûye, bermahiyên şaredarî, otel, baragehên leşkerî, kuliyeya serokomariyê û  fabrîqeyan diherike golan. DÎMEN HEYE   *Maçîda Hêsûn diyar kir ku armanca êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hedefgirtina paradîgmaya azadiyê û wekheviyê ye û wiha got:”Jiyaneke azad û wekhev pergaleke di vê çarçoveyê de ji bo hemû Rojhilata Navîn pêwist e. Ji bo ev şer raweste pêdivî ji pergaleke wiha heye. Ev pergala azadî, aştî û demokrasiyê xizmetê ji berjewendiyên gelan dike. Li Rojhilata Navîn helwesteke li ser esasên wekheviya gelan lazim e.”   *Jinan di merasîma cenazeyê Fatma Nûr Çelîk û keça wê Hîfa Îkra de, diyar kir ku berpirsiyarî ne tenê ya sûcdaran e, lê belê pergala ku bi polîtîkayên bêcezatiyê vê rewşê girantir dike jî hevkar e. BI DÎMEN