TJA’yê li Periyê hevdîtina 8’ê Adarê pêk anî 2026-03-05 18:53:06   DÊRSÎM - TJA’yê di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de li Periyê hevdîtina jinan pêk anî û banga mezinkirina têkoşîn û piştevaniya jinan kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoeya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Perî ya Dêrsîmê bi jinan re hat gel hev. Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan ya ku qeyûm tayînê şûna wê bibû tevli hevdîtinê bû.   Di hevdîtina ku gelek jin tevli bûnde li ser girîngî û wateya 8’ê Adarê sekinin û banga mezinkirina têkşîn û piştevaniya jinan hat kirin.   Her wiha der barê pêvajoyê de jî nirxandin hatin kirin. Bername bi nîqaşan bidawî bû.